Heyeteke Iraqê diçe Tirkiyê

În 28 Nîsan 2023 - 15:41

Li gorî agahiyan, tê payîn di demeke nêzîk de şandeke ji Hewlêr û Bexdayê, ji bo careke din hinardekirina neftê, wê biçe serdana Tirkiyeyê.

Heman çavkaniyê ragihand ku bi çar şirketên neftê re peyman hatiye îmzekirin, herwiha peymaneke hevpar bi şirketa SOMO û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî re jî hatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê ya Odeya Bazirganiya Navneteweyî di 25’ê Adarê de biryar da ku êdî Herêma Kurdistan bêyî destûra hikûmeta Iraqê neftê hinardeyî Tirkiyeyê neke. Piştî biryarê jî hinardekirina nefta xam ya Herêma Kurdistanê ku rojane nêzî 450 hezar bermîl diçû Tirkiyeyê, hat sekinandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.