Heyeta Iraqê û Başûr lêkolîn temam kirin 

Pêncşem 10 Hezîran 2021 - 03:45

Heyeta parlamenteran ku ji bo lêkolînkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bûyera 5'ê Hezîranê çû Metînayê, diyar kir ku xisareke mezin li herêmê bûye û ji bo rawestandina operasyonê bang kir.

Piştî veguhastina hêza leşkerî ya PDK'ê ber bi Metînayê ve, roja 5'ê  Hezîranê wesayiteke zirxî ya hêzên çekdar ên PDK'ê hatibû teqandin û PDK'ê jî berpirsyariya vê bûyerê xistibû stûyê HPG'ê. HPG'ê jî bi daxuyaniyekê li ber îdîayan rabû û xwest bûyer ji aliyê heyeteke serbixwe ve bê lêkolîn.

Piştî vê daxuyaniya HPG'ê, heyetek ji parlamenterên hikumeta navendî ya Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê serdana gundên li Metînayê kir û lêkolîn kir. Heyet ji Serokê Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ya Parlamenta Iraqê, 7 parlamenterên Iraqê û 12 parlamenterên rêveberiya Başûrê Kurdistanê yên ji komîsyonên Pêşmerge, Karên Hundir Ewlekarî, Çandinî, Hawirdor û Tenduristiyê pêk hat.

Heyetê piştî lêkolîna li herêmê û hevdîtinên kir, daxuyaniyek da. Bi navê heyetê Parlamenterê Başûrê Kurdistanê û Serokê Komîsyona Karê Pêşmergeyan Reving Hirorî daxuyanî da û diyar kir ku piştî hevdîtina bi Waliyê Duhokê, rûspiyên li navçeya Zaxo, herêmên Derkar û Batîfayê, keya û şêniyên herêmê, wan serdana gundên Kestê, Hitor û Çelka yên Amediyê kirine. Reving Hirorî diyar kir ku li van deveran jî wan nêrîna gel wergirtine û piştre bi Midûrê Bajarokê Kanîmasî Serbest Sabrî û keyayên bajarok re axivîne.

Hirorî anî ziman ku rapora heyetê ya li ser lêkolîn û hevdîtinên li herêmê wê pêşkêşî Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.