- Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê Ronî Serdem diyar kir ku yek ji armancên êrişên dagirkeriyê yên li ser Sûriye û Iraqê Mîsakî Mîllî ye, lê sedema herî girîng jî hewldana ji bo tunekirina destketiyên gelên Kurd û Ereb e.
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê Ronî Serdem, li ser bûyerên di rojevê de axivî.
Serdem bal kişand ser xeyalên dewleta Tirk ên di warê Osmaniya nû de û got, ji bo dewleteke netewe ya homojen ava bike, gelên Ermen, Asûr, Suryan, Çerkes, Pontûs qir kir, li dijî gelê Kurd jî bi rêk û pêk qirkirina siyasî, çandî, aborî, civakî û fîzîkî dimeşîne û di çarçoveya Mîsaqî Mîllî de jî bi armancên emperyal radibe û ev jî li Efrîka û Lîbyayê xuya dike.
Ronî Serdem diyar kir ku yek ji armancên êrişên dagirkeriyê yên li ser Sûriye û Iraqê Mîsakî Mîllî ye, lê sedema herî girîng jî hewldana ji bo tunekirina destketiyên gelên Kurd û Ereb e. Dewleta Tirk hewl dide Lîbyayê ji nû ve ji aliyê leşkerî û aborî ve dagir bike, tevlî xwe bike, jê bixwe û got, "Polîtîka, êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmê bû sedem ku li cografya Ereb eniyeke xurt a dijber ava bibe. Dewlet, rewşenbîr û gelê Ereb bi giranî vê polîtîkayê weke armancên Osmaniya nû dibînin û qebûl nakin. Vê rewşê rê li ber tifaqa dîrokî ya Kurd û Ereban vekiriye.
Serdem li ser dagirkeriya dewleta Tirk li Heftenînê û Başûr got, bendewariya bingehîn ew bû ku parlament helwesteke zelal li dijî dagirkeriyê nîşan bida û bang li Kurdan hemûyan bikira ku li ber dagirkeriyê rabin. Lê belê di metna pêşnûmeyê de ya hate amadekirin, şermezarkirineke bi vî rengî, bangekeke wiha nayê dîtin. Divê parlament karibe li dijî dagirkeriya Tirk helwest û berxwedaneke neteweyî nîşan bide.
Ronî Serdem di dawiya axaftina xwe de îdîayên li ser çûyîna heyeteke Emerîkî ji bo Qendîlê nirxand û got, "Me jî ji çapemeniyê şopand. Hinekan li gorî xwe şîrove lê zêde kir û xwest rojevê biafirîne. Herî dawî êrişa balafirên şer ên Tirk ên li ser sivîlan li Kunamasî û Şêladizê, hîn bêhtir bal kişandiye ser vê mijarê. Heyeta ku tê gotin çûye Qendîlê di çarçoveya karekî bi vî rengî de çûye."
ANF/BEHDÎNAN