Heya tecrîd were şikandin berxwedan

Çarşem 4 Îlon 2024 - 02:15

Rojnamevanê girtî Celalettîn Yalçin anî ziman heya ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hebe wê çalakiyên li girtîgehan bidomin û got: "Heya tecrîd neyê şikandin em dikarin bejin çalakiyên me jî kêm dimînin. Lewma divê em bi rê û rêbazên cuda çalakiyên xwe yên demokratik bidomînin.

Rojnamevanê girtî Celalettîn Yalçin ku ji 9'ê Mijdara 2023'yan vir ve li Girtîgeha Hejmar 5'an a Marmarayê girtî ye, diyar kir xitimandina pirsa Kurd û neçareserkirina wê gav bi gav polîtîkayên şer gur dike. Yalçin anî ziman tekane muxatabê çareserkirina meseleya Kurd Rêber Abdullah Ocalan e û got ku "pêvajoya çareseriyê" ya di navbera 2013-2015'an de û gelek geşedanên din delîla vê yekê ne. Yalçin destnîşan kir ku bi tecrîda li ser Ocalan re neçareserî li meseleya Kurd tê ferzkirin û got: "Astengiya herî mezin a li ber demokratîkbûyîna Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya Kurd û tecrîd e.’’

 Divê têkoşîna xwe bidomînin

Yalçin bilêv kir girtîgeh ji berê de di warê çareserkirina meseleya Kurd û rakirina tecrîdê de tişta ku ketiye ser milê wê kiriye û got: "Bêguman girtiyên di girtîgehan de, her tim di warê geşedanên li derve de hestiyar in. Ji lew re çalakiyên li derve rasterast bandorê li girtîgehan jî dikin. Çendî em di nava çar dîwaran de bin jî meseleya me ya sereke meseleya Kurd e. Divê em her kêliyê vê meseleyê gengeşe bikin û têkoşîna xwe bi vî awayî bidomînin." 

Me xwest raya giştî hişyar bikin

Yalçin anî ziman girtîgeh qadên berxwedanê ne û bal kişand ser çalakiyên boykotkirinê yên bi dawî bûn û got: "Me jî piştî grevên birçîbûnê çalakiyên xwe bi boykotkirinê domandin. Helbet ev yek, pêwendiya me ya bi derve re bi temamî qut kir. Lê ji ber ku me bi îradeya xwe kir, pirsgirêkeke cidî rû neda. Armanca me ew bû ku em di serî de malbatên xwe bi giştî jî tevahiya raya giştî hişyar bikin ku di warê tecrîdê de hesas bin." 

Divê em tecrîdê mal bi mal bibêjin

 Yalçin destnîşan kir heya ku tecrîd hebe wê çalakiyên wan jî bidomin û wiha pê de çû: "Têkoşîna li derve ji bo me çavkaniya moralê ya herî mezin e. Lê heya tecrîd neyê şikandin em dikarin bejin çalakiyên me jî kêm dimînin. Lewma divê em bi rê û rêbazên cuda çalakiyên xwe yên demokratik bidomînin. Divê rê û rêbazên me wisa bikin ku tecrîd bê rakirin. Mixabin çalakiyên wekî daxuyaniyan ên di avahiyan de encamê nagirin. Her wiha derdorekê jî çênakin. Lewma divê em derî bi derî bigerin û tecrîdê û meseleya Kurd gengeşe bikin." 

Tecrîd berbelav bûye

Yalçin ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî bang li raya giştî kir ku hestyar bin û got: "Tecrîda mutleq a li Îmraliyê li hemû girtîgehên Tirkiye û yên li Kurdistanê belav bûye û ji sedî yekê mafên me jî nayên dayîn.’’

MA/FERHAT SEZGÎN/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.