
Hunermendê kurd Nûrettîn Kemertaş, klîba xwe ya 10 sal berê ji bo Rojava amade kiribû lê heta niha nehatibû weşandin, bi rêya Ajansa Mezopotamyayê cara ewil bi raya giştî re parve kir.
Hunermendê Kurd Nûrettîn Kemertaş, 10 sal berê ji bo Şoreşa Rojava bi navê “Hey Rojava Rojava” stranek amade kiribû. Gotin û awaz ên Kemertaş bi xwe ne û stran bi ruhê hêvî û berxwedanê hatiye nivîsandin. Strana ku heta niha nehatibû weşandin, hate nûkirin û bi şiklê dawî cara ewil bi rêya Ajansa Mezopotamyayê (MA) tê weşandin.
Kemertaş, anî ziman ku di stranê de balê dikişîne ser berxwedana Rojava û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Kemertaş, got: “Jiyana nû ya li Rojava hatibû avakirin wê demê bandoreke mezin li ser min kir. Ev stran, silaveke ji têkoşîna gelê Rojava re ye. Wê demê çawa hêvî hebû, îro jî ew hêvî û berxwedan heye. Bo min watedar e ku stran bi rêya MA’yê digihije gel.”
MA















