Zêdetirî 8 hezar ton genimê cotkarên navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê nehat wergirtin. Li gorî agahiyan depoya genim a Hewlêrê rêjeya genim diyarkiribû û navê hemû cotyaran jî nivîsandibû. Lê îsal depo hate girtin û 8 hezar ton genimê cotkarên Koyê wernegirt.
Li ser mijarê cotkarê bi navê Loqman Heme got ku ji Koyê 30 ton genim ji bo depoya Hewlêr hatiye şandin û piştî rêveberê depoya genim ya Hewlêrê ragihand ku ew êdî nikarin genim werbigirin û wiha got:“Bi fermî navê me ji aliyê Hikumeta Iraqê ve hatiye da ku em genimê xwe radest bikin, lê wernegirtin. Me belgeyên xwe jî radestî wan kiribûn, lê ne belge dan ne jî genim wergirtin. Bi neçarî min genimê xwe bi erzanî firot.”
Hikûmetê belgeyên me dizîn
Cotyarê bi navê Idrîs Rehman jî got; “Zêdetirî 40 ton genimê min hebû ku radestî depoya genim bikim, lê depoya genim ya Hewlêrê hîle li me kir. Ji ber ku belgeyên me yên ji bo radestkirina genim, ji me girtin û genimê me wernegirtin. Em nizanin kê belgeyên me yên ji bo firotina genimê me radest kirine. Ji ber vê jî zirarek mezin gihişt me.” Rehman di dewama axaftina xwe de diyarkir ku ji ber hikumetê hîle li wan kir û belgeyên wan diziye ew bê hêvî bûye û got; “Ger ev pirsgirêk neyê çareserkirin, em êdî nikarin karê çandiniyê bikin.”
Cotkarê bi navê Hêmin Resul jî got;“Depoya genim ji me re got em êdî genim wernagirin, mixabin, li şûna cotkaran berpirsekî hemû belgeyên me radest kiriye û mafê sedan cotkarî xwariye. Niha min genimê xwe li malê rakiriye, ez bang li Wezîrê Bazirganiya Iraqê dikim, derbarê depoya genim ya Hewlêrê de lêkolînê bide destpêkirin, ji ber ku hîle li cotkaran kiriye.”
ROJNEWS/KOYÊ