- Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamena Iraqê Qûsaî Ebaas got, dewleta Tirk çekên bi peymanên navneteweyî qedexekirî bi kar anîne û nerazîbûn nîşan da ji ber ku li ser mijarê lêpirsîneke navneteweyî nehatiye destpêkirin.
Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamena Iraqê Qûsaî Ebaas got, dewleta Tirk çekên bi peymanên navneteweyî qedexekirî bi kar anîne û nerazîbûn nîşan da ji ber ku li ser mijarê lêpirsîneke navneteweyî nehatiye destpêkirin.
Qûsaî Ebaas got, "Tirkan bi hinceta ewlekariya xwe ya neteweyî çekên bi qanûnên navneteweyî qedexekirî li bakurê Iraqê bi kar anîn. Me jî ji meqamên peywendîdar gelek caran xwest, di vê mijarê de lêpirsîna navneteweyî bê destpêkirin, lê mixabin tiştek nebû. Hem Hewlêr hem jî Bexda, li pêşberî van kirinên dewleta Tirk ên her roj dibin sedema felaketên mezin, bêdeng dimînin."
Hiqûqnasê Iraqî Hesen Selman jî li ser heman mijarê got, "Li gorî nûçeyên navneteweyî û medya cîhanê, dewleta Tirk ji Gulanê û vir ve dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kiriye. Haya hikûmeta Iraqê ji vê rewşê heye."
Selman bang li rêxistinên mafên mirovan û saziyên peywendîdar ên li Iraqê kir da ku bûyerê li cihê cih lêbikolin.-
ROJNEWS/BEXDA