Komîteya Dîplomasiyê ya PKK'ê bi daxuyaniyeke niviskî li ser dijpropagandaya PDK'ê ya dibêje, “Têkoşîn û berxwedana çekdarî ya li dijî mêhtingeriyê 'zirarê dide gelê Kurd”, berevajîkirin e.
Herweha PKK'ê bersiv da daxuyaniya  Wezareta Karê Derve ya Tirk a dibêje, ''PKK dixwaze Hewlêrê bi dest bixe'' û got, ''Hewlêr paytexta Başûrê Kurdistanê ye. Silêmanî jî bajarê herî mezin ê diduyan e (...) Rojeveke mîna bidestxistina Hewlêrê tenê dikare pîlanê navenda şerê taybet a TC'ê be. Armanca me PKK'ê ew e ku em dagirkeriya TC'ê ya li Kurdistanê ji binî ve hilqetînin, bavêjin û Kurdistanê azad bikin.''

PKK hêzeke Kurdistanî ye

Hin xetên sereke yên daxuyaniya Komîteya Dîplomasiyê ya PKK'ê wiha ye: ''Heqê PKK'ê û gerîlayên azadiya Kurdistanê ye li her dera Kurdistanê bin û têbikoşin. PKK hêzeke dagirker ku Kurdistan dagirker kiriye rewa nabîne, ne jî nas dike, têkoşîna dijî mêtingeriyê û berxwedana li dijî wê weke stratejiyeke sereke diyar kiriye.  Çawa ku heqê hemû rêxistinên din ên Kurdan hebin ku li çar parçeyên Kurdistanê rêxistiniya xwe bikin, têbikoşin, ev herî pir ji bo PKK'ê jî heq e…
PDK'ê bi salan li dijî mêtingeriyê têkoşîna pêşmerge da. Heke PDK îro berxwedan û têkoşîna pêşmergeyan şaş dibîne, divê vê aşkere bike. Lê na, heke têkoşîna bi salan a pêşmerge rast dibîne, îro jî divê berevajîkirina berxwedana gerîlayên azadiyê û siyaseta reşkirinê jî red bike.
Dema ku DAÎŞ'ê êriş bi ser destkeftiyên Başûr de anî, dema ku êriş bi ser Şengal û Mexmûrê de anî, ên ku bang li gerîla kirin da ku têbikoşin, îro nikarin bibêjin berxwedan û têkoşîna li dijî TC'ê şaş e.

NAVENDA NÛÇEYAN