Hewlêr hevkariya bi dijmin re dewam dike

În 25 Tebax 2023 - 02:57

  • Piştî hevdîtinên wezîrê karê derve yê Tirk li Hewlêrê, mirov dikare ji daxuyaniyan fêm bike ku Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî bi “birayê xwe” Hakan Fîdan re hevdîtineke xweş kirine. Daxuyaniyên piştî hevdîtinê weke beyana piştrastkirina hevkariya bi dijminê gelê Kurd re bû. 

SILÊMANÊ ZAXURANÎ

Wezîrê Karên derve yê dewleta Tirk a dagirker, Hakan Fîdan ji pitirpêr ve li Bexdayê dest bi hevdîtinên xwe kir û doh jî berê xwe da Hewlêrê. Li Bexdayê bi qasî ku xuya kir dewleta Tirk xwest Iraq PKK´ê weke dijmin bibîne. Lê ji bilî bêndengiya wezîrê karê derve yê Iraqê yê Kurd Fuad Huseyin, li ber destê me ti nîşane nînin ku Iraqê ev yek qebûl kiribe. Herçî hevdîtinên li Hewlêrê bûn, hem zavayê serokê PDK´ê Mesûd Barzanî, Nêrçîrvan Barzanî û hem jî kurê wî û cihgirê wî Mesrûr, weke nefsekî malê pêşwaziya Hakan Fîdan kirin. Daxuyaniyên piştî van hevdîtinan jî nîşan didin ku Hewlêrê careke din biryardariya xwe beyan kiriye ji Hakan Fîdan re ku ew ê hevkariya xwe ya bi dijminê koka Kurdan re yanî dewleta Tirk a dagirker re dewam bike. Hakan Fîdan piştî hevdîtina bi kurê serokê PDK´ê Mesrûr Barzanî re got, “Me dît ku hem rêveberiya Bexdayê û hem jî ya Hewlêrê di meseleya tinekirina PKK´ê li ser erdên Iraqê de têra xwe biryardar in. Ji ber vê em gelekî razî ne û em ê alîkariya ji destê me tê hemûyî jî bidin van her du meqaman.”  

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi Serokê Herêma Kurdistanê ya li Başûr, Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê hikûmeta PDK´ê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan pitirpêr çûbû Bexdayê û hevdîtin bi gelek aliyan re kirin. Ji bilî hevdîtinên dîplomatîk ên wezîrên derve, wî hema hema bi tevahiya serokên partiyên siyasî û nexasim yên Turkmen re hevdîtin kirin, ew her wiha bi berpirsê hikûmetê yê ji hêza Heşdî Şaebî re jî rûnişt û nîşan da ku ew hîna jî weke musteşarê istîxbarata Tirk MÎT´ê kar dike.

 

Barzanî Fîdan hembêz kir

Axir doh qismê duyem ê serdanê li Hewlêrê dewam kir. Ew li Hewlêrê bi Serokê Herêmê yanî zavayê serokê PDK´ê Nêçîrvan Barzanî re pêşî rûnişt. Nêçîrvan Barzanî bi germî pêşwazî li Fîdan kir û ew hembêz kir. Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtinê got, ew amade ne di her warî de hevkariya dewleta Tirk bikin. Nêçîrvan Barzanî ku di heman demê de weke Mesrûr Barzanî, cihgirê serokê PDK´ê Mesûd Barzanî ye, di civînê de got, di her warî de ji bo bipêşxistina têkiliyên Hewlêr û Enqereyê amade ne. Wî malavahiya dewleta Tirk jî kir: “Em spasiya dewleta Tirkiyê dikin ku di her aliyî de bi taybetî di demên zehmet de piştgiriya Herêma Kurdistanê kiriye. Wê Herêma Kurdistanê ti demê piştgirî û hevkariya Tirkiyê ji bîr neke.”

 

Bexdayê dilê Fîdan xweş nekir

Piştre jî li Pîrmamê Serokwezîrê Herêmê yanî kurê serokê PDK´ê Mesrûr Barzanî Hakan Fîdan ezimand. Di vê hevdîtinê de Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê dewleta Tirk a dagirker jî hazir bû.

Wî piştre bi cihgirê Mesrûr, Qûbad Talabanî re jî hevdîtin kir û serokê PDK´ê Mesûd Barzanî jî dît. Lê hevdîtina herî muhim wî bi kurê Mesûdî, Mesrûr re kiribû. 
Fîdan 22’yê Tebaxê fermî ji bo ku li ser meseleyên “krîza avê û PKK´ê” çû Bexdayê bi rayedarên hikûmetê û partiyan re hevdîtin kirin. Li ser heman meseleyan jî çûye Hewlêrê. Lê em ji Mesrûr hîn dibin ku ew li ser avê nepeyivîne. Yanî nebûna avê ji bo Kurdistanê ne xem e. Ew li ser “neftê” û “ewlehiyê” yanî şerê li dijî hêza herî mezin a siyasî û eskerî ya Kurdistanê peyivîne. Tevgera Bedirê eşkere xwest Tirkiye dawî li dagirkeriya xaka Iraqê bîne.

Rayedarên li Bexdayê, hemûyan karî ji Fîdan re bibêjin, pêşî erda Iraqê biterikîne. Rayedarê Bexdayê yê herî bêdeng mayî û muhtemelen dilê Hakan Fîdan xweş kir, wezîrê karê derve yê Kurd Fûad Huseyin bû. Lewma gava Fîdan li hemberî wî xwest PKK´ê bixin lîsteya terorê, hîç dengê xwe nekir. Nekarî bibêje, “hîna doh PKK´ê Hewlêr parast, Şengal rizgar kir”. Nexêr, wî xwe bi temamî kerr kir.  

 

Bertîla xwe bi xwe re bir

Cihgirê Duyem ê serokê PDK’ê Mesrûr Barzanî jî piştî civînê  got, “Dixwazin bi xêrhatineke germ bikim li wezîrê karê derve yê Komara Tirkiyeyê birayê xwe Hakan Fîadan.” “Birayê wî” Hakan Fîdan jî di civîna çapemeniyê de got, “Em spasiya Herêma Kurdistanê dikin ku di rûbirûbûna terorê de hevkariya me kiriye. Ji bona wê em ê her piştgiriyê pê re bikin. Me dît ku hem rêveberiya Bexdayê û hem jî ya Hewlêrê di meseleya tinekirina PKK´ê li ser erdên Iraqê de têra xwe biryardar in. Ji ber vê em gelekî razî ne û em ê alîkariya ji destê me tê hemûyî jî bidin van her du meqaman.”

Kurê serokê PDK´ê, Mesrûr Barzanî jî di civîna çapemeniyê de got: “Me derbarê peywendiyên navbera Iraq û Tirkiye bi taybetî jî navbera Herêm û Enqere de guftûgo kir. Me di civînê de behsa hinardekirina nefta Herêmê û dosya ewlehiyê kir.”

Dosya ewlehiyê me fêm kir, yanî şerê li dijî hêza herî xurt a bergiriya Kurdistanê PKK´ê. Li ser mijarê diyar e soz daye dewleta Tirk ku ew ê hevkariya xwe ya bi dijminê gelê Kurd re dewam bike.

Wekî din diyar e ku Hakan Fîdan bi zanebûn Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê dewleta Tirk Alparslan Bayraktar jî biriye wê civînê. Lewma tişta herî zêde tesîrê li Hewlêrê, kur û zavayê serokê PDK´ê dike, kar û qezenca yekser a ji bo wan e; ev kar û qezenc jî herî zêde ji qaçaxçîtiya petrolê tê bidestxistin û ew jî bi rêya dewleta Tirk tê kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.