Hewlêr çima Rojava nas nake?

Duşem 25 Cotmeh 2021 - 23:57

  • Parlamentoya Herêma Kurdistanê beriya 6 salan, piştî 13 saetan guftûgoyan, Kantonên Rojavayê Kurdistanê nas kirin û daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir da ku bi awayekî fermî têkiliyan li gel kantonan deyne.

BIRWA ESHED / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Parlamentoya Herêma Kurdistanê beriya 6 salan, piştî 13 saetan guftûgoyan, Kantonên Rojavayê Kurdistanê nas kirin û daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir da ku bi awayekî fermî têkiliyan li gel kantonan deyne. Lê heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê ev biryar pêk neaniye. Li gorî Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sedem zextên dewleta Tirk in.

Di 15’ê Cotmeha sala 2014’an de Parlamena Herêma Kurdistanê biryara naskirina her xwerêveberiyeke ku li Rojavayê Kurdistanê pêk were, da. Li gorî biryarê, Parlamena Herêma Kurdistanê piştgiriya îradeya gelê Rojavayê Kurdistan dike û li gorî biryarê divê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî danûstandinê li gel Rojavayê Kurdistanê bike.

Xalên biryara Parlamena Hewlêrê bi vî awayî ye:

1- Parlamena Kurdistanê di her awayekî xwe rêveberinê de piştgiriya vîna gelê Rojavayê Kurdistanê dike û pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî têkiliyan deyne.

2- Pêwîst e hikûmet li gorî karînên xwe bi alîkariya darayî hevkariya Rojava bike.

3- Pêwîst e aliyên pêwendîdar vê biryarê bînin cih.

4- Kar bi ti tekst û biryarê nayê kirin ku berevajî vê biryarê be.

5- Ev biryar piştî ku di rojnameya fermî Waqi’î de hat belavkirin, wê bikeve pratîkê û kar pê were kirin.

Tevî ku biryara Parlamena Herêma Kurdistanê ya ku piştgiriya sîstema xwerêveberiya Rojavayê Kurdistanê dike, heye, heta niha rê nayê dayîn Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hewlêrê were vekirin û niha nûnertiya wê li bajarê Silêmaniyê ye.

Katalanya karî Hewlêr nikare

Di 20’ê Cotmehê de Parlamena Katalanyayê di salvegera rizgarkirina Reqayê de, bi fermî bi pirraniya dengan Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nas kir. Vê yekê ev pirs li gel xelkê çêkir, çima hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bi biryara Parlamena Herêma Kurdistanê nake?

Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Herêma Kurdistanê, Nurşan Hesen li ser mijarê got, “Ji aliyê Parlamena Katalonya ve naskirina Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê gaveke gelekî mezin e. Yanî xebata mezin a dîplomasiyê xwe îsbat kiriye.

Parlamena Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmetê kiriye ku di her warî de peywendiyê li gel Rojavayê Kurdistanê çêke, lê heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bi vê biryarê nekiriye. Ji sala 2014’an ve nûnertiya me li Silêmaniyê hatiye vekirin. Lê, li Hewlêrê rê nayê dayîn were vekirin. Rê nayê dayîn em li Hewlêrê karê xwe yê dîplomasiyê bikin. Dema ku me xwest karê xwe bikin, nûnerên me hatin girtin û ew şandin Rojavayê Kurdistanê.”

Nurşan Hesen dewra dewleta Tirk li ser vê yekê wiha dinirxîne: “Dewleta Tirk ne tenê bi riya êrişan, bi riya dîplomasî û siyasî hewl dide û naxwaze rêveberiya xweser bibe mînakeke serketî. Lewma ji hikûmeta Herêmê dixwaze ku biryara parlamenê pêk neîne”

Parlamenterê Berê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şêrko Heme Emîn têkildarî biryarê got, piştî vê biryarê li parêzgeha Silêmaniyê nûnertiya kantonên Rojavayê Kurdistanê hate vekirin, lê heta niha li Hewlêrê rê nehatiye dayîn ku nûnerî were vekirin. Şêrko Heme Emîn erka desthilata Herêma Kurdistanê dibîne ku naveroka biryara parlamenê pêk bîne û sînorê Sêmalka weke deriyekî girîng û jiyanî ji bo Rojavayê Kurdistanê timî vekirîbe û ji bo wê pirsgirêkan çêneke.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.