- KCKʼê bersiv da daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Emerîkayê. KCK daxuyanî weke daxuyaniyeke provokatîf destnîşan dike û hewldanên bi vî rengî şermezar dike.
Komîteya Pêwendiyan a KCK’ê diyar kir ku daxuyaniya rayedarên Wezareta Karê Derve ya Emerîkayê ya li ser bûyera li Gareyê daxuyaniyeke provokatîf e, û destnîşan kir, îradeya ku ew hêz şand Garê, berpirsyarê bûyerê ye.
KCK di daxuyaniya xwe de weha dibêje; “J4’ê Mijdarê dema operasyona hêzên PDK ya li dijî herêma Garê, gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi awayekî pir hişyar hewldan pêşî li şer bigirin. Lê mixabin ji ber israra PDK’ê ya ji bo pêkanîna operasyonê, kesekî can da ku berpirsiyartiya wê bi temamî li ser milê wê îradeyê ye ku wan hêzên çekdar xistiye tevgerê.
Di demekê de ku raya giştî ya gelê Kurdistanê li her çar beşên welat û bi taybetî hêz û aliyên siyasî, rewşenbîr, kesayetiyên olî û civakî daxwaza aramkirina rewşê û pêşxistina diyalogê dikin, Alîkarê Berdevkê Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê li şûna ku daxwaza bidawîkirina aloziyê bike, bi daxuyaniyeke dûr ji berpirsiyartiyê hewlda agirê şer û nakokiyê geştir bike û cesaret bide wan aliyên navxweyî û herêmî ku dixwazin agirê şerê Kurd-Kurd xweş bikin.
Rastiyan berevajî dikin
Ev daxuyaniya alîkarê berdevkê wezareta derve ya Emerîkayê bi temamî daxuyaniyeke provakatîf e, ji rastiyê dûr e û li ser bingehê berevajî nîşandana bûyeran hatiye amadekirin. Emerîka li şûna ku rexne li sewqiyata leşkerî û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê bike, bi her awayî piştevaniya wê û teşwîq dike. Emerîka ne tenê li hemberî operasyona dagirkerî ya dewleta Tirk û sûcên şer ên Erdogan deng dernaxîne, belkî hewl dide bi siyaseta piştevaniyê şerxwazî û berevajîkirinê ya PDK’ê atmosfereke neyênî ya têkiliyên di navbera hêzên Kurdî de kûrtir dike.
Em vê daxuyaniya alîkarê berdevkê wezareta derve ya Emerîkayê şermezar dikin û bang li tevahî gelê Kurd bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê, hêz û aliyên siyasî û reşwenbîran dikîn ku li hemberî vê daxuyaniya provakatîf hişyar bin û hewldanên xwe ji bo aramî û çareseriya pirsgirêkan zêde bikin.”
ANF/BEHDÎNAN