Hewldana yekîtiya Kurd KNK

Çarşem 24 Gulan 2023 - 13:48

EKREM BEREKAT / ANHA / QAMIŞLO

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 24`ê Gulana 1999`an bi pêşniyaza Rêber Abdullah Ocalan û bi beşdariya zêdetirî 500 kesayetên siyasî, çandî, civakî û akademîsyenên ji parçeyên Kurdistanê û diyasporayê, hat damezirandin û barê yekkirina Kurdan da ser milê xwe û bi awayekî fermî, 26`ê Gulana 1999`an hat ragihandin.

Hewldanên KNK`ê yên diyarkirina stratejiyeke hevbeş a Kurdan jî heta roja îro dewam dikin. Hevserokê KNK`ê Ahmet Karamû got, “Damezirandina KNK`ê piştî têkoşîna sedsalî ya gelê Kurd pêk hat.”

Karamûs destnîşan kir ku damezirandina KNK`ê dereng hat ragihandin, sedem jî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bû: “Armanca sereke ji damezirandina KNK`ê yekkirina aliyên Kurd bû, da ku bibe sîwanek ji bo tevahî hêz û rêxistinên siyasî, civakî, çandî yên kurdistanî.”

Di 24 salên bihurî de KNK`ê ji bo yekîtiya nîştimanî û lêgerîna li stratejiyeke nîştimanî ya hevbeş bê rawestan xebat meşandin. Wê xebat meşandin ji bo parastina çand û zimanê Kurdî û da ku Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê li Kurdistanê.

Doza Kurdî li cîhanê da nasîn

Ahmet Karamûs wiha behsa rola KNK´ê ya di warê dîplomatîk û siaysî de kir: “Yek ji armancên din ên sereke yên KNK`ê ew e ku doza Kurdî bi awayekî fermî ji aliyê saziyên navneteweyî yên mîna NY`ê ve bê naskirin, hevkar û koordîne û piştgiriya sazî û rêxistinên Kurdan ên li diyasporayê bê kirin. KNK hewl dide hezkirin û jiyana hevbeş li seranserê Kurdistanê li gorî pîvan û bingehên demokratîk, xurttir bike.”

Serketin pêk tê

Ahmet Karamûs got, xebatên wan di warê neteweyî, siyasî, bipêşxistina ziman û parastina çanda Kurdan de dewam dikin û wiha peyivî: “Di dîroka gelê Kurdistanê de û heta niha, saziyeke mîna KNK`ê nehatiye avakirin. Em di wê baweriyê de ne ku tevî meylên siyasî, fikrî, neteweyî û mezhebî yên cuda jî, ev sazî wê bibe mala tevahî Kurdistaniyan.”

Ahmet Karamûs bi bîr xist ku KNK ne girêdayî ti partî û rêxistinê ye û beşên civaka Kurdistanê hemûyan di nava xwe de dihewîne û mafê her kesî heye ku tev li vê saziyê bibe. Karamûs, salvegera 24`an a damezrandina KNK`ê li gelên Kurdistanê pîroz kir û got, “Serketin teqez tê. Pêdiviya gelên Kurdistanê bi yekîtiyê û parastina destketiyan heye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.