Hewldana ji bo Hatem Ozdemîr

În 7 Hezîran 2024 - 00:25

Gerîlayê HPG'ê Hatem Ozdemîr di sala 2019'an de li navçeya Makû ya Rojhilatê Kurdistanê dîl hatibû girtin û cezayê bidarvekirinê lê hatibû birrîn. Ozdemîr li dijî biryarê serî li dadgeheke bilindtir da. Gerîlayê HPG’ê Hatem Ozdemîr 2’yê Tîrmeha 2019’an li navçeya Makû ya bajarê Ûrmiyeyê ya li rojhilatê Kurdistanê dikeve kemînê û tê girtin. 

Dadgeha Îranê bi sûcdariya “îsyana biçekdarî ya li dijî dewletê” cezayê bidarvekirinê da Hatem Ozdemîr. Cezayê hat birrîn beriya niha ji aliyê dadgeha bilind ve hat erêkirin. 

Bavê Ozdemîr, Abdurrahman Ozdemîr ê li Agiriyê dijî bi bîr xist ku wî di 30’ê Gulanê de li girtîgehê bi lawê xwe re hevdîtin kiriye. Ozdemîr, anî ziman ku rewşa tenduristiya lawê wî baş e û bi hevrêyên xwe re li heman qawîşê dimîne.  Ozdemîr, da zanîn ku bi rêya parêzer li dijî cezayê bidarvekirinê ku li lawê wî hatiye birrîn îtîrazî dadgehek bilindtir kirine û got:“Ji ber ku lawê min Kurd e ev biryar hat dayîn û ev biryarek kêfî ye. Em vê qebûl nakin. Tevî ku em di sedala 21’emîn de ne jî hê jî mirov tên darvekirin. Dinya li ber darvekirinên li Îranê bêdeng dimîne. Ev jî nayê qebûlkirin. Li dijî vî cezayê bidarvekirinê ku li lawê min hatiye birrîn, di asta cîhanî de ez xwedîderketinek têrkirî nabînim.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.