Hewl didin xwe bigihêjin her jinekê

În 11 Nîsan 2025 - 02:55

ROZA METÎNA / AMED

Hevşaredara Çinarê Semra Akyuz têkildarî xebatên jinan diyar kir ku xebatkarên wan ên jin hewl didin biçin her malê û bigihêjin her jinekê û wiha got:"Rewşa heyî ya navçeya me, rewşa aborî û cografîk astengiyan li pêşiya kombûna jinan çêdike. Em jî bi van polîtîkayan dixwazin jiyanê biguherînin, jiyana ku jin bikaribe rola xwe bilîze, ava bikin."

Bi taybet piştî qeyûm li şaredariyên Kurdistanê hatin tayinkirin şûnde saziyên jinan hatibûn girtin û destkeftiyên jinan bûbûn hedef. Piştî hilbijartinên herêmî yên di 31'ê Adara 2024'an de DEM Partiyê bi rêjeyeke bilind şaredariyên qeyûm hatibûn tayinkirin dîsa bi dest xist. Piştî şaredarî hatin bidestxistin kar û xebatên jinan di bin banê şaredariyan de dîsa dewam kirin û saziyên ku hatibûn girtin gelek jê ji nû de hatin vekirin. Kar û xebatên şaredariya Çinarê ya têkildarî jinan jî dewam dike.

Hevşaredara Xana Axpar (Çinar) Semra Akyuz derbarê xebatên jinan de nirxandin kir. Semra Akyuz wiha got:"Di tevlîbûna çalakiyan de paşde namînin. Em dixwazin têkiliyan bi her jinekê re deynin. Ji ber ku her jin ji bo ku civak pêş bikeve xwedî rol û misyonekê ne."

Ji bo jinan xebatên taybet 

Hevşaredara Xana Axpar (Çinar) Semra Akyuz da zanîn ew bi taybet ji bo pêşketina jinan xebatên jinan pêş dixin û wiha got:"Xebatên şaredariyan bi rastî jî ji bo jinan girîng e. Ji ber ku jin çiqas xwedî maf bin civak jî ewqas pêş diçe. Em jî bi vê hassasîyetê nezî xebatan xwe dibin. Her wiha em li ser navê Şaredariya xwe Xana Axpar jî xebatên taybet ji bo jinan dimeşînin. Sazîyame Navenda Jina Jinwar li hember tundîyê tax bi tax, gund bi gund em perwerdeyên wekheviya zayendî didin. Wekî din em ji bo jinan çalakiyên cuda organîze dikin. Di rojên girîng de em çalakiyên curbecur li dar dixin. Wekî mînak; Di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û wekî Roja Dayikan em dîsa kolan bi kolan mal bi mal civiyan. Ji bo ku di aliyê aboriyê de jî jin pêş bikeve hin projeyên me hene. Em dixwazin bi keda jinan kooperatîfan ava bikin."

Çalakiyên jinan bandorê li civakê dikin

Semra Akyuz da zanîn ku kar û xebat û çalakiyên ji bo jinan tên lidarxistin bandorekê li ser pêşketina civakî jî dike û wiha pê de çû:"Helbet di civakekê de jin azad be civak jî girêdayî vê pêş dikeve û azad dibe. Mixabin tundî hebe, nasnameya jinê neyê nasîn ew civak yek alî dibe û her aliyê jîyanê têk diçe. Mînak jin di rêveberiyên herêmî de xwedî maf be, hevserokatî hebe civak jî wekhev difikire. Hemû jin jî di vê modêle de xwe xwedî maf dibîne û rengê jinê di jiyana fermî de jî xwe derdixîne holê. Dema çalakiyên jin li dar dixin, pêk tên wê demê zêdetir jin tevlî wan çalakîyan dibin. Ji bo vê xurtbûna jinan hemû giredayî hevdû ne. Di hemû sazî û dezgeyan de jin hebe çalakî jî ewqas digihêje jinan û di civakê de jî pirdengî, pirrengî dertê holê." 

Hewl didin xwe bigihêjin her jinekê

Semra Akyuz têkildarî hinek kar û xebatên şaredariyê yên derbarê jinan de wiha got:"Pêşî ji bo ku jin mafên xwe bizanibin em girîngiyê didin perwerdeyê. Xebatkarên me yên jin hewl didin ku biçin her malê û bigihêjin her jinekê. Li hember zihnîyeta baviksalar xebatên xwe bênavber em didomînin. Tundî li jinekê hatibe kirin û hewcehî hebe piştgiriya qanûnî jî em didinê. Ji bo jinên ciwan jî em bi qursên cur bi cur re xizmetê didin. Hem alîyê werzîşê de û hem jî ji aliyê hûnerê de qursên me hene. Di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, em bi jinên ku li navçeya me dijîn re li Navenda Jinan hatin gel hev û me 8'ê Adarê pîroz kir. Armanca me li vir ew e ku jin bêtir beşdarî jiyanê bibin û piştevaniyeke civakî pêk were. Bi esasî ne tenê ji bo 8'ê Adarê, lê bi giştî em dixwazin modela ku jin bikaribin bên ba hev û pirsgirêkên xwe nîqaş bikin, bixin meriyetê. Me li taxa gundan atolyeyên wekheviya zayendî ya civakî saz kirin. Her wiha li navenda jinan me di dîrokên cuda de çalakiyên cihêreng li dar xistin. Bi beşdariya parêzeran re civîneke li ser mafên jinan hat lidarxistin û nîqaş hatin kirin. Dîsa bi heman awayî bi jinan re çalakiya boyaxkirina çenteyan hate kirin. Em ne tenê armanc dikin ku jin di rojên taybet de bên ba hev. Di vê çarçoveyê de civînên jinan, civînên ku pirsgirêk û daxwazên taybet ên jinan tê de têne nîqaşkirin, em pêk tînin. Her wiha di Roja Zimanê Dayikê ya Kurdî de panelek hate lidarxistin. Di panela me de dîsa li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê rola pêşeng û girîngiya jinan hate nîqaşkirin. Bê guman wekî di her qadê de, di ziman de jî rola pêşeng a jinê heye. Rewşa ku heyî ya navçeya me, rewşa aborî û cografîk astengiyan li pêşiya kombûna jinan çêdike. Em jî bi van polîtîkayan dixwazin jiyanê biguherînin, pirsgirêkên ku jin dijîn bên nîqaşkirin û jiyana ku jin bikaribe rola xwe ya pêşeng bilîze, ava bikin.”

Jin ji çalakiyan namînin

Semra Akyuz li ser tevlibûna jinan a ji bo çalakiyan û hestên wan de wiha got:"Li Xana Axpar bi rastî jî jin her tim bi hêz in. Di tevlîbûna çalakiyan de paşde namînin. Em dixwazin têkiliyan bi her jinekê re deynin. Ji ber ku her jin ji bo ku civak pêş bikeve xwedî rol û misyonekê ne. Em bi vî hawî nezî civak û jinan dibin. Ji bo çalakiyên çandî û zimanî jî her tim tekîlîyên me berdewam in."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.