Herkes xwedî li pêvajoyê derkevin

În 13 Hezîran 2025 - 03:30

Rozerîn Çukur a 17 salî, di 8’ê Çileya 2016’an di dema qedexeya derketina kolanan a li navçeya Sûrê ya Amedê de hate qetilkirin. Malbata Rozerînê, ji bo cenazeyê keça xwe wergire bi rojan nobet girt. Lê belê 5 meh piştre di 8’ê Hezîrana 2016’an de cenazeyê wê hate dayin. Malbata Rozerînê li hêlekê êşa zarok dikişîne û li hêla din jî ji bo edaletê têdikoş e. 

Bavê Rozerîn Çukurê, Mûstafa Çukur diyar kir ku ew pêvajoya piştî banga Rêber APO hatiye destpêkirin watedar dibînin û a zanîn ku hewceye ev pêvajo weke amûra siyasetê neyê bikaranîn û got:“Ji ber ku hêvî û bendewariyên mirovan hene. PKK’ê çek berda û xwe fesix kir. Lê dewletê heta niha çi kiriye? Gelek dosyayên kiryarnediyar hene, girtiyên nexweş hene. Li gorî qanûnên wan, divê doza Rozerînê 4 sal berê bihata temamkirin. Lê dikeve sala 10’an ku hêj encamek jê derneketiye. Demek piştre wê bi hinceta ‘demborînê’ dosyayê bigirin.” Çukur anî ziman ku ji bo silametiya pêvajoyê divê Rêber APO ji hêla fîzîkî ve azad bibe, mercên wî yên xebatê bên başkirin û got:“Bêyî Abdullah Ocalan pêvajo pêş nakeve û pêbawer jî nabe. Kezeba min şewitî ye lê dîsa jî heke hizûr bibe wê êşa min hinek jî be sivik bibe. Ji bo em tirsa ku ev pêvajo jî bişibe pêvajoyên din nejîn, divê dewlet gavên pêbawer biavêje. Ji van gavan hin jê azadiya girtiyên siyasî, perwerdeya bi zimanê dayikê, eşkerekirina faîlên cînayetên kiryarnediyar û biencamkirina dosyayê didomin e.” Di berdewama axaftina xwe de Çukur bangî hemû gelan kir û got:“Ev doz ne tenê doza gelê Kurd e. Çawa ku îro canê me diêşe, canê malbatên polîs û leşkeran jî diêşe. Ma em ê van êşan bi xwe re heta gorê bibin? Welhasil, mafê me nîne ku em heman êşê bi kesên piştî xwe re jî bidin jiyîn. Ez dibêjim ku, erê rast e min zaroka xwe winda kir lê êdî bes e, bila êdî kesek zarokên xwe winda nekin. Lê ev yek tenê bi min nabe. Windahiyên aliyê li dijî me jî çêbûn, divê ew jî xwedî li dozê derkevin û neyên xapa kesên din. Lewma bila her kes xwedî li pêvajoyê derkeve.” 

MA/HEVAL ONKOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.