Lousie Regan: Divê gav bên avêtin

În 13 Hezîran 2025 - 03:45

Yek ji rêveberên kampanyaya “Ji Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” û Berdevka Navneteweyî ya Sendîkaya Perwerdeya Neteweyî ya Ingilistanê Louise Regan, diyar kir ku ji bo pêvajoya nû pêş bikeve divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve were berdan. 

Berdevka Navneteweyî ya Sendîkaya Perwerdeya Neteweyî ya Ingilistanê (NEU) Louise Regan, têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê ji Medya Haber TV’yê re axivî. Louise Regan ku yek ji rêveberên kampanyaya kûrewî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” a Ingilistanê ye, diyar kir ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê Ocalan azad bibe. 

Louise Regan, anî ziman ku di asta kûrewî de ji bo fikrên Abdullah Ocalan rêz tê girtin û got: “Em qala rêzgirtineke li hemberî nivîsên wî, xebatên wî, bawerî û helwesta wî ya pêşverû dikin. Ji bo serkeftina pêvajoyê divê ew tev li pêvajoyê bibe heta rêbertiya wê bike. Serkeftina vê pêvajoyê, hatina aştiyê ya li herêmê û gelên wê girêdayî wî ye. Lê ew hêj jî girtî ye û ji civakê hatiye tecrîdkirin. Di demeke ew girtî de zehmet e ku pêvajo pêş bikeve.” 

Di berdewamê de Louise Regan diyar kir ku ji bo aştiyê hewceye di mijara azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de gav bên avêtin û got: “Bi vê banga dawî re êdî meseleya gavavêtinê ji her demê bêhtir lezgîntir bûye.” 

Louise Regan, bal kişand ser biryarên kongreya PKK’ê jî û ev nirxandin kir: “Divê hikûmeta Tirkiyeyê vê gavê weke parçeyeke pêvajoyê binirxîne û bersiveke erênî bide. Hewce ye hemû alî bi awayekî erênî beşdarî pêvajoya aştiyê bên kirin. Nexwe mimkin nîne pêvajo pêş bikeve.” 

Louise Regan, axaftina xwe wiha qedand: “Dê têkoşîna me ya ji bo edaletê bidome. Em ê kampanyaya xwe bidomînin, hestiyariyekê ava bikin û ji bo berdana wî dengê xwe bilindtir bikin. Daxilbûna wî ya li pêvajoya aştiyê, ji bo aştî û edaletê mecbûriyetek e.”

MA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.