Iraqê bi ser Şaredariya Girzerikê de girt

În 13 Hezîran 2025 - 02:45

Hêzên polîsên Iraqê avêtin ser avahiya Şaredariya Gel a komelgeha Girzerik a Şengalê.

Di fermana 2014’an de, Girzerik yek ji wan gundan bû ku pêşengî ji berxwedana li dijî DAÎŞ’ê re kir. Ji ber vê, çeteyên DAÎŞ’ê herî zêde zirar dan Girzerik, piraniya malan wêran kirin. Piştî salan vegera gel a Girzerikê destpê kiriye, Rêveberiya Xweser a Şengalê jî ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên gel û xizmetgûzariyê beriya niha bi demekê xebatên Şarderiya Gel a Girzerikê da destpêkirin. Lê ev saziya ku ji bo xizmeta gel hate avakirin niha ji aliyê hêzên polîsên Iraqê ve hatiye dagirkirin û rê nayê dayîn ku ev cih ji bo xizmeta gel were bikaranîn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di 10’ê Adara 2025’an de, Rêveberiya Xweseriya Şengalê li gundê Girzêrik, ku girêdayî nahiya Til Izêr e, avahiya şaredariyê vekiribû, ji bo xizmeta gelê herêmê bike û karibe pêwîstiyên malbatên nû vegeriyane wir bicih bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.