Destpêkê bi miriyan re aştiyê bikin

Pêncşem 12 Hezîran 2025 - 03:30

Piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo ji bo civakîbûna aştiyê karên gel bi rengekî bê navber dewam dikin. Bendewariyên li ser gavên ji dewletê têne xwestin zêde dibe. Gel diyar dike ku aştî bi yekalî nabe û destnîşan dike ku pêvajo bi avêtina gavan dikare bê meşandin. Bi hezaran mirovên ku berdêl dane, hîn cenazeyên xwe nedîtine û li aqûbeta windayan dipirsin, daxwazên xwe yên ji bo aştiyê li her qadê tînin ziman.

Malbat dibêjin, divê aştî tenê di gotinê de nemîne. Malbatan vê cejnê jî weke her cejnê destpêkê serdana goristanan kirin. Gelek goristanên ku di dema şer de li serdana gel qedexe bûn, piştî salên dûr û dirêj qedexe hate bidawîkirin. Malbatên ku piştî dehan salan serdana goristanan kirin, li talan û wêraniyeke mezin rast hatin. Êrişên li hemberî goristanan ku li Kurdistanê veguheriye sûcekî şer û bi rêk û pêk tê kirin, ji sala 2016'an û vir ve dewam dikir. Ev êrîş ku li Bedlîsê bi êrîşa li hemberî Goristana Xerzanê bêhtir hate dîtin, piştre li Amed, Bagok, Dersim, Gimgim û Dîcleyê bi êrîşên li hemberî şehîdgehan dewam kirin. Gelek goristanên ku cenazeyên gerîlayan lê bûn di dema şer de hatin bombekirin, kevirên gorên ne li şehîdgehê jî hatin şikandin û bi rengê reş hatin boyaxkirin. Malbatan nerazîbûn nîşanî polîtîkaya talan û hilweşandinê dan, serdana goristanan kirin û gotin:"Divê destpêkê bi miriyan re aştiyê bikin." Hevserokê Amedê yê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya li Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) Mehmet Emîn Kiliç anî ziman ku pêwîstiya temamiya civakê bi aştiyê heye û diyar kir ku êrîşên li hemberî goristanan mirovî nînin, bang kir ku qedexeya li ser hemû goristanan bê bidawîkirin.

Sûcên şer tên kirin

Kiliç bûyerên diqewimin weke sûcê şer pênase kir û destnîşan kir ku aştî divê ji goristanan destpê bike û got:"Dewletê di nava deh salên dawî de bi taybetî êrîşî goristanan kir. Li gelek deveran kevir li ser kevir nehişt, cenaze ji gorê derxist. Me ev rewşa li dijî exlaq û hiqûqê beriya niha gelek caran xistin rojevê. Mirov piştî deh salan karîbû gorên xwe bibînin. Lê belê tenê karîbûn destê xwe bidin kevirên şikestî, axa belavkirî. Li gelek deveran nekarîn biçin serdanê jî, serdana li goristanan hîn jî qedexe ye. Di vê pêvajoyê de aştî divê destpêkê bi miriyan, bi gorgistanan destpê bike. Ev talan û hilweşandin divê tavilê bi dawî bibe. Mehmet Emîn Kiliç destnîşan kir ku ji bo dawî li hilweşînê bê aştî şert e û got:"Bi aştiyê re em dixwazin ev hilweşîn û talan bi dawî bibe. Bila êdî ne goristan bêne xerakirin ne jî malbat li ber gorên hilweşiyayî dua bikin. Malbat aştî û aramiyê dixwaze. Dixwaze ku di her cejnê de, di her rojeke taybet de bêyî astengî serdana gorên xwe bike. Ya ku vê pêk bîne jî aştî ye. Em malbat li gel vê hilweşîn û êşê jî hîn dibêjin aştî û em ê ji bo vê her tim têbikoşin."

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.