Divê mafên girtiyan bên parastin

Pêncşem 12 Hezîran 2025 - 03:35

ROZA METÎNA / AMED

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz têkildarî binpêkirina mafên li girtîgehan da zanîn di tu pevçûn an rewşa şer de rawestandina mafên bingehîn ên mirovan hewce nake û got:"Di van rojan de ku çareseriya pirsgirêka Kurd li ser rêbazên bê pevçûn tê nîqaşkirin, yek ji hêviyên herî mezin ên civakê başkirina mafên girtiyan a di girtîgehan de ye. Divê mafên girtiyan bên parastin."

Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê Ercan Yilmaz têkildarî binpêkirina mafên li girtîgehan nirxandin kir. Ercan Yilmaz da zanîn bi taybetî, avahiya girtîgehan ji cîhana derve re girtî ye û got:"Ji ber ku personelên girtîgehê li ser mafên mirovan perwerde nedîtine, ev jî dibe sedema ku girtîgeh bibin qadên binpêkirinê."

Mafê tendirustiyê tê binpêkirin

Ercan Yilmaz di destpêkê de bal bir ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got:"Rewşa girtiyên nexweş bi salan e bi raporên ku ji hêla komeleya mafên mirovan ve hatine amadekirin, di rojeva raya giştî ya Tirkiyeyê de ye. Em daxwaza xwe ya ji bo sererastkirina şert û mercên ku girtiyên nexweş tê de dijîn û dibin sedema pêşketina nexweşiyên wan û mirina wan, û ji bo serbestberdana girtiyên ku nikarin bi tena serê xwe di girtîgehê de bijîn tînin ziman. Lê belê, ji ber ku hikûmet bi awayekî li dijî mafên bingehîn ên mirovan, cudakar û siyasî nêzî mijarê dibe, krîza mirovî ya ku girtiyên nexweş tê de ne nayê çareserkirin. Hikûmet û rayedarên îdarî ji ber nerînên wan ên siyasî cara duyemîn cezayê didin girtiyan û mafê wan ê gihîştina tenduristiyê bi tundî tê binpêkirin."

Girtîgeh bûne qadên binpêkirinê 

Ercan Yilmaz bi lêv kir ku girtîgeh bûnin qadên binpêkirina mafan û wiha pê de çû:"Polîtîkayên zordar ên ku bi salan e li girtîgehên Tirkiyeyê têne meşandin û nêzîkatiya ku girtiyan wekî kirdeyeke mafan nabîne, bi awayekî sîstematîk mafên mirovan ên bingehîn ên girtiyan binpê dike. Bi taybetî, avahiya girtîgehan ji cîhana derve re girtî ye. Ji ber ku personelên girtîgehê li ser mafên mirovan perwerde nedîtine, ev jî dibe sedema ku girtîgeh bibin qadên binpêkirinê."

Divê girtîgeh werin şopandin 

Ercan Yilmaz bi lêv kir ku divê girtîgeh ji rêxistinên civaka sivîl re vekirî bin û wiha dewam kir:"Yek ji giliyên herî dijwar ên ku em ji girtiyan werdigirin, meseleya berhemên ku di kantînên girtîgehan de têne firotin e ku bi bihayên pir ji yên li derve ji girtiyan re têne peyda kirin. Gihîştina ava vexwarinê ya paqij mafekî mirovan e. Ji ber ku ew di bin kontrola dewletê de ne, bikaranîna vî mafî ji hêla girtiyan ve aîdî rêveberiyên girtîgehan ên têkildar e. Ji bo ku ev û binpêkirinên bi vî rengî bi dawî bibin, divê girtîgeh ji rêxistinên civaka sivîl re vekirî bin û avahiyek ku dikare were şopandin bi dest bixin."

Rêziknameyek nû divê

Ercan Yilmaz bal bir ser rêziknameyeke nû ya qanûnî û wiha got:"Qanûna Înfazê bendekê dihewîne û dibêje înfaza girtiyên ku cezayê wan giran ê hetahetayê ye bi tu awayî nayê rawestandin. Ev bend binpêkirina mafê gihîştina tenduristiyê û mafê rêzgirtina jiyana taybet e. Van biryaran eşkere kirine ku divê rêziknameyek nû ya qanûnî di derbarê înfaza cezayên giran ê hetahetayê de li Tirkiyeyê were çêkirin. Xala têkildar a Qanûna Înfazê, ku neqanûniya wê bi biryara Ahimê hate eşkerekirin, divê bi awayekî ku bi mafên mirovan re lihevhatî be were sererastkirin."

Dibe sedema êşa derûnî 

Ercan Yilmaz diyar kir ku helwesta li girtîgehan dibe sedema kişandina êşa derûnî jî û wiha got:"Li Tirkiyeyê, hem şert û mercên fîzîkî yên girtîgehan û hem jî helwestên rêveberî û karmendên girtîgehan li hember girtiyan, îhtîmala ku girtî ji nexweşiyên giyanî û psîkolojîk êşê bikişînin zêde dike. Hejmara xwekuştinên girtiyan a zêde di salên dawî de nikare ji pêkanînên wekî tecrîd, îşkence û muameleya xerab û rawestandina mafan a di girtîgehan de serbixwe were nirxandin."

Divê mafên girtiyan bên parastin

Ercan Yilmaz ê diyar kir ku ew ji pêvajoyekê derbas dibin û divê şertên li girtîgehan serast bibin wiha bi dawî kir:"Serdema zordar a ku Tirkiye bi tevahî tê re derbas bûye rasterast bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Ger ev têkilî bi awayê berfirehkirina karanîna mafan pêş bikeve, bê guman divê binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan bi dawî bibin. Lêbelê, ez dixwazim teqez bikim ku divê mafên bingehîn ên mirovan di her şert û mercî de werin parastin û pêşvexistin. Di tu pevçûn an rewşa şer de rawestandina mafên bingehîn ên mirovan hewce nake. Di van rojan de ku çareseriya pirsgirêka Kurd li ser rêbazên bê pevçûn tê nîqaşkirin, yek ji hêviyên herî mezin ên civakê başkirina mafên girtiyan a di girtîgehan de ye. Divê mafên girtiyan bên parastin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.