Hewara xwe gihandin Xaça Sor

Yekşem 14 Mijdar 2021 - 23:14

  • Dayikên şehîdên Xelîfanê hewara xwe gihandin Xaça Sor û bi pankartê ev peyam da: Em bang li Xaça Sor a Navneteweyî dikin da ku dest werde mijarê û bike ku cenazeyên şehîdên me radestî malbatên wan bikin.

Endamên Yekîtiya Ajokarên herêma Cizîrê doh berê xwe dan konê xwepêşandan û nobeta li Sêmalka. Li vir malbatên şehîdên Xelîfanê ji PDK´ê dixwaze cenazeyên şehîdan bide malbatên wan û xiyaneta wê şermezar dikin. 

Çalakiya konê xwepêşandanê yê ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li devera deriyê Sêmalka beriya 42 rojan veda, bi daxwaza radestkirina cenazeyên şehîdên di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûbûn, dewam dike. Doh di roja 41´ê de Yekîtiya Ajokarên herêma Cizîrê çû serdana xwepêşandêran û destek da wan. 

Navenda Ragihandinê ya HPG'ê berê dabû zanîn ku çekdarên PDK'ê di 28-29'ê Tebaxê de li devera Xelîfanê ya li herêma Metînayê kevîn vedaye li ber 7 gerîlayên wê. Di encama vê kemînê de 5 gerîla şehîd bûne û didu ji wan ji Rojavayê Kurdistanê ne. Ev jî gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî ne. Ev agahî jî ji gerîlayekî ku ji kemînê sax filitî hatin wergirtin. Wî gerîlayî da zanîn ku gerîlayek jî bi birîndarî bûye êsîrê hêzên PDK´ê.  

Cenzeyên şehîdan bidin malbatan 

Endamên Yekîtiya Ajokaran a li herêma Cizîrê doh ji bo piştgiriya xwepêşandêrên li deriyê Sêmalka berê xwe da konê xwepêşandanê. Xwepêşandêran li konê xwepêşandanê pankartên li ser wan nivîsandî "Em bang li Xaça Sor a Navneteweyî dikin da ku dest werde mijarê û bike ku cenazeyên şehîdên me radestî malbatên wan bikin", "Em bang li civaka navneteweyî dikin da ku lêkolînê bike li ser bikaranîna çekên navneteweyî qedexekirî ku dewleta Tirk bi kar tîne", hilgirtin.     

Xwepêşandêran wêneyên şehîdên Xelîfanê, al û sembolên Kurdî jî hildan. Her wiha dirûşmeyên şermezarkirina xiyanetê û silavkirina berxwedana gerîlayan gotin.

Endamên Yekîtiya Ajokaran bi armanca radestkirina cenazeyên her du şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî, li konê xwepêşandanê yê li deriyê sînor ê Sêmalka li Dêrikê kom bûn û berê xwe dan deriyê Pêşxabûrê. Piştî rêzgirtin, li ser navê Yekîtiya Ajokaran, hevserok Yasir Horî daxuyaniyek da.

Gelê me berxwedan hilbijartiye

Di daxuyaniyê de siyaseta PDK'ê û hevkariya wê ya bi dagirkeriya Tirk re di êrişên li dijî gerîla de hate şermezarkirin:

"HPG'ê ew hêza ku gel ji komkujiyan rizgar kirine û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê li ber xwe dane."

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Radestkirina cenazeyên şehîdên me wê pirên biratiyê di navbera gelan û parçeyên Kurdistanê de ava bike."

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Faşîzma dewleta Tirk bi êrişên xwe yên rojane yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kuştina sivîlan ji bo şikandina vîna gelê me, bi berdewamî xwîna gelê me dirijîne. Lê gelên herêmê ji ber ku rêya berxwedanê û rizgarkirina axa xwe li dijî dagirkeriyê hilbijartine, bi israr in ku nirx û destketiyên xwe biparêzin." 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.