Hewara dayê Emîne! 

Sêşem 16 Adar 2021 - 16:32

Emîne Şenyaşar a ku hevjînê wê Hecî Esved Şenyaşar û zarokên wê Adil û Celal Şenyaşar ji aliyê parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve 14ʼê Hezîrana 2014ʼan hatibû kuştin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Çalakiya wan di roja 9’an de ye.

Malbatê çalakiya xwe didomand û dixwest bi Serdozgerê Komarê re hevdîtinekê bike, heta niha bersiveke erênî nedane daxwaza malbatê. Emîne Şenyaşar pêr bi îddîaya ‘heqaret li peywirdarê dewletê kiriye’ hatibû binçavkirin, piştî îfadeyê hatibû berdan û vegeriyabû baxçeyê dadgehê.

Ji ber biryara serdozger destûr nehat dayîn ku Şenyaşar têkevin baxçeyê dadgehê. Malbatê li ser twîtterê daxuyanî da û got ,”Serdozger qedexe kiriye ku em herin baxçeyê dadgehê. Dinyayê hemû qîrîna me ya edaletê bihîst, lê Wezîrê Edaletê dengê me nebihîst.”

Malbata Şenyaşar a ku ketina baxçeyê dadgehê li wan hatibû qedexekirin, çalakiya xwe li ber deriyê dadgehê dikin. Emîne Şenyaşar got, “Êdî bes e. Em bi vê dewletê re mirin. Em bi vê dewleta tune re mirin. Xwedê ma tu ne li jor î?”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.