- Janet Biehl: Gava ez çûm Kurdistanê, min dît ku rast e, Kurd çi minasebet hebe, çi derfet çêbe, govendê digerînin. Govend beşek ji çanda wan a rojane ye. Ez bawer dikim, govend û reqsa wan bi wan bû alîkar ku karibin vê zilm û bindestiya bi dehan salan jî di ser xwe re bibihurînin, û sax bimînin.
Ji teorîsyenên ekolojiya civakî, femînîzma ekolojîk, weşanger, hunermend û aktîvîsta dosta Şoreşa Rojava û miletê Kurd, Janet Biehlê, piştî erdhejê bi rojekê bala xelkê bi hunerê xwe xwest bibe ser Efrîna dagirkirî. Wê bi du resman xwest hem felaketa erdhejê çi aniye serê Cindirêsê, nîşan bide û hem jî xelkê ji bo hewarê seferber bike. Piştî felaketê bi rojekê, yanî 7´ê Sibatê wê ev resmên hanê xilas kirin. Piştre jî wê ev resm li ser hesabên xwe yên medya dijîtal belav kirin û da belavkirin.
Janet Biehl ji destpêka Şoreşa Rojava ve bi awayekî çalak destekê ji bo Rojava organîze dike, hem di warê siyasî civakî de û hem jî di warî madî de. Wê hem weke weşanger û werger gelek metnên Tevgera Azadiya Kurdistanê, metnên ji nivîsên Rêber Abdullah Ocalan yan bi xwe ji Elmanî wergerandin, yan jî bi derfetên weşangariya xwe ew weşandin.
Bi hunerê xwe jî ew bêalî nema. Wê encamên seferên xwe yên Kurdistanê her wiha weke kitêbên ilustrasyonan jî belavkirin.
Ji bilî vê, ew gelek caran hin aliyên çanda Kurd jî bi hunerê xwe xêz dike, direngîne.
Di rêzek wêneyên xwe de ew balê dibe ser govendên Kurdan. Wê bi xwe ev dîmenên reqs, govend û dîlanê di dema serdanên xwe yên Kurdistanê de dîtine.
Em di wêneyên wê de dibînin ka Kurd çawa ji bo minasebetên cihê çawa govendê digerînin. Şervanên ku piştî şer bêhna xwe vedidin. Govendên jinan, govendên mêran em dibînin.
Wê ne tenê yek rengê reqsê jî xêz kiriye. em dibînin ku hin govendên bi tevgerên hişk ên ciwanan li aliyekî ne. Li aliyê din em dibînin ku wê govendên şahiyan ên cihê jî rengandine.
Em Kurd heger meraq dikin, çima xelkê ji derve evqasî baldarî govendê û adetên govenda Kurdan in, em dikarin berê xwe bidin, ravekirina Janet Bielhlê. Ew dibêje, “Gava ez çûm Kurdistanê, min dît ku rast e, Kurd çi minasebet hebe, çi derfet çêbe, govendê digerînin. Govend beşek ji çanda wan a rojane ye. Ez bawer dikim, govend û reqsa wan bi war bû alîkar ku karibin vê zilm û bindestiya bi dehan salan jî di ser xwe re bibihurînin, û sax bimînin.”