Hew dizane çawa dijminatiyê bike

Yekşem 19 Kanûn 2021 - 22:42

  • Hêzên PDK`ê doh berê sibê, deriyê El-Welîd ê Başûrê Kurdistanê ku li hemberî deriyê Siwêdiyê yê herêma Koçeratê ya Dêrikê ye, girt.

Hêzên PDK`ê doh berê sibê, deriyê El-Welîd ê Başûrê Kurdistanê ku li hemberî deriyê Siwêdiyê yê herêma Koçeratê ya Dêrikê ye, girt.

Rêveberên deriyê Sêmalka eşkere kirin ku berpirsên PDK`ê biryar dane ku deriyê El-Welîd ê bazirganiyê yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de were girtin û derfetê nedin ti made di derî re derbasî Rojava bibin.

Bi dîmen û wêne girtina deriyê El-Welîd ê li beramberî gundê Siwêdiyê hat belgekirin.

Deriyê El-Welîd 35 km dûrî deriyê sînor ê Sêmalkayê ye û rêveberiya deriyê Pêşxabûr ê girêdayî PDK`ê rêveberiya deriyê El-Welîd dike.

Deriyê El-Welîd beriya 4 salan hate vekirin da ku madeyên lêkirinê weke çimento û hesin derbas bibe.

PDK`ê pêncşema bihurî jî deriyê Pêşxabûr girtibû.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.