Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê hate girtin
Şemî 9 Cotmeh 2021 - 01:38
- Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Pirsûsê Yaşar Gunduzalp hate girtin.
Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Pirsûsê Yaşar Gunduzalp hate girtin.
Hevserokê HDP’ê yê navçeya Pirsûsê ya Rihayê Yaşar Gunduzalp li Qereqola Jendermeyan a Murşîtpinarê ku ji bo îfadeyê bang lê hatibû kirin, bi hinceta ku cezayê girtîgehê lê hatiye birîn hate girtin. Yaşar Gunduzalp birin Edliyeya Pirsûsê. Piştre jî Gunduzalp dîl hate girtin û ew birin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê. Hate ragihandin ku Yaşar Gunduzalp wê 4 mehan girtî bimîne.
RIHA