Hevrêtiya insan û kûçikan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 1 Sibat 2023 - 10:19

  • Lîsteyeke ku di serdema navîn de hatiye nivîsandin, nîşaneya vê yekê ye. Ji lewma li ser lîsteyê navên hezar û 65 kûçikî hene. Ev navên taybet hevrêtiya dirêj a insan û kûçikan eşkeretir dikin. Ji Agir heta Zorgîn navên kûçikan ên bi Kurdî jî îşaret bi vê yekê dikin.

Kûçik yan jî se, bi salan weke hevrêyê herî baş ên insanan hatine dîtin. Kesên li gund mane vê hevrêtiya dilsoz ji nêz ve nas dikin. Nexasim jî şivan û gavan. Erê, li bajaran jî hevrêtiya kûçik û insanan heye û gelek insan êdî di malan de kûçikan xwedî dikin. Çawa ku tê zanîn, kûçîk ji mêj ve hatine kedîkirin û piştî kedî bûne, bi insanan re bûne heval. Li gel ku insan kûçikan li gorî kar û barên xwe û berjewendiyên xwe bi kar anîn û gelek caran tadê li wan kirin jî, ew dilpak û sadiqên xwediyên xwe bûn. Hin insanan ew ji bo nêçîrê, hinan ji bo parastinê û hinan jî ji bo bi tenê ji wan hez bikin, di malan de xwedî kirin. Ji ber vê têkiliya qewî ya di navbera kûçik û insanan de bi wextê re navên taybet ên kûçikan jî çêbûn. Her kesî ji bo navekî xweşik li kûçikê xwe bike kete nava lêgerînekê û heta nav ji kûçikên xwe re dîtin jî li navan geriyan. Piştî lêgerîna insanan ya ji bo navan, navên gelek ecêb û xweşik derketin holê.

Hezar û 65 navên taybet ên kûçikan

Di van demên dawî de metneke ku di serdema navîn de hatiye nivîsandin û navên kûçikan li ser e, hate dîtin. Lêkoleran ev metn weke metneke taybet bi nav kir. Ji lewma li ser metnê navê hezar û 65 kûçikî hatibû nivîsandin. Ev nav weke lîsteyeke dirêj li ser kaxizê hatine nivîsandin û sernavê metna hatiye dîtin jî wiha ye; “Navê kûçikên nêçîrê yên cûr bi cûr”. Hin ji wan navên ku di lîsteyê de hene ev in; Achilles (navê fîgurekî mîtolojiya Yewnan), Meryman, Russette (navekî bi maneya sorê qemer), Synfull (gunehkar) û Honeydewe (şîrêza li ser pelan). Her wiha gelek navên afirîner ên weke van navan jî di lîseteyê de hene. 

Kûçik nîşaneya tovrindiyê bûn

Ev navên li jor, ên di lîsteyê de cih girtine di navbera salên 1460-1480’an hatine berhevkirin û bi destan hatine nivîsandin. Lîsteya dirêj ya ku navê kûçikan li ser e, heta sala 2006’an jî di koleksiyona Dukê (Mîrê) Gloucester, Prens Richard de hatiye veşartin. Di serdema navîn de kûçik ji bo nêçîr û pêşbirkên werzîşê jî dihatin bikaranîn û xelkê li van nimayîşan temaşe dikir. Lê nêçîr weke nîşaneya tovrindiyê bû û li gelek welatan kesên tovrind û malmezin, bi girseyî diçûn nêçîra xezal û lawirên din. Dema diçûn nêçîrê jî kûçik û tajiyên xwe yên herî baş bi xwe re dibirin. Jixwe, navên di lîsteyê de cih digirin jî bêhtir navê tajiyên nêçîrê ne; Harlemayne (awayekî divîsa navê damezrênerê Împaratoariya Pîroz a Romayê Karlê Mezin yan jî Chalemagne), Nero û Romulus ew nav in ku navên xwe ji fîgûrên meliktiyê digirin. Hin navên din yên ku li kûçik û tajiyan kirine jî wiha ne; Dolfyn (Yûnis), Tynker, Monke (kurtkirina navê meymûnê), Duchesse û Damysell (azib) in.

Kûçik bûn mijara hunerê jî

Lîsteyên bi vî rengî nîşan didin ku di serdema navîn de kûçik û tajî nîşaneya dewlemendî û tovrindiyê ne. Yanî ew parçeyekî wê serdemê yên girîng û taybet in. Her wiha çawa ku di huner de pisîk hatibûn bikaranîn, kûçik jî gelek caran bûn mijara huner. Li ser mezelan, li ser tabloyan û gelek caran jî li ser madalyonan resmên wan hatin çêkirin. Hin ji wan navên ku di huner de cih girtin jî wiha bûn; Troy, Nosewise (bi bêhvilê), Amiable (dostane), Nameles (bênav), Clenche (şidayî), Bragge (qure), Ringwood (ji devera Ringwoodê) û Holdfast (zemînê xwe lêgirtinê)…

Lê navên kûçikên Kurdan

Piştî vê nûçeyê, bivênevê navên kûçikan ên bi Kurdî jî hatin bîra me, ji ber ku di jiyana Kurdan de jî kûçik û tajî girîng in. Li erdnîgariya Kurdistanê gundên bê kûçik, şivanên bê kûçik yan jî malên bê kûçik kêm in. Di gelek çîrok û serpêhatiyên xelkê de jî meriv dikare navên kûçikan bibîhize. Her wiha di helbest û wêjeya Kurdî de jî em rastî navên kûçikan tên. Yanî di çanda Kurdan de cihê kûçikan bi her awayî eyan e. Dema meriv berê xwe bide navên kûçikan ên li jêr, meriv dê vê yekê baştir bibîne. Ji lewma di Kurdî de jî birrek navên kûçikan ên taybet hene.

Hin navên ku min berhev kirin wiha ne; Agir, Elbût, Eceb, Bazin, Beşo, Belek, Bêmal, Bênav, Beyaz, Bigir, Bikûj, Devxwîn, Bozo, Çavreş, Birûsk, Çeper, Çawîş, Çiya, Çerxê, Devreş, Dijwar, Dîno, Deqo, Doxê, Êriş, Gampir, Gernas, Gevez, Gewro, Gobel, Gurêx, Guhdar, Guhderz, Gurî, Guhloş, Guhreş, Guro, Gurzo, Haro, Hergor, Heval, Hirço, Kapreş, Kero, Kêtik, Kotan, Kulab, Lebere, Melesê, Nezer, Perê, Pişîk, Qafreş, Qerebaş, Qero, Qesab, Qezer, Qirmo, Qolo, Qopo, Rikêb, Seydo, Soro, Şemo, Şepal, Şêro, Şevder, Şerûd, Şîro, Şiyar, Teyar, Tolê, Tolo, Xewar, Xedar, Xezeb, Xewlê, Yeman, Zalim, Zalo, Zero, Zinar, Zorgîn…

NAVENDA NÛÇEYAN 

Wêne: Safin Hamed. Dawiya sala 2014´an stargeheke kûçikan a li Hewlêrê.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.