MA/ AZAD ALTAY
Tekane saziya navneteweyî ya ku dikare biçe Îmraliyê CPT ye û bi hinceta ku Tirkiye destûrê nade, raporên xwe bi raya giştî re parve nake. Lê belê xwedî wî mafî ye ku dema welatek li pêşniyarên wê guhdarî neke derheqê wî welatî de daxuyaniyê bide. Tevî ku ji Abdullah Ocalan 33 meh in tu agahî nayên girtin jî CPT’yê tu daxuyanî nedan û hevkariyeke bêdeng bi Tirkiyeyê re dike. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin û xistin vê girtîgehê. Bi anîna Abdullah Ocalan re ev girav weke “Herêma Ewlekariya Taybet” hate ragihandin. Li wir bi giştî çend personel û leşker dimînin ev yek nayê zanîn lê tê gotin ku bi sedan jê li wir dimînin.
33 meh in agahî jê nayê girtin
Li gel Abdullah Ocalan, her wiha girtiyên siyasî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî li vê girtîgehê tên ragirtin. Lê belê ev 33 meh in ne ji Abdullah Ocalan û ne jî ji 3 girtiyên din tu agahî nayên girtin.
Rêber Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Ji roja hevdîtina li ser telefonê ya di nîviyê de hatiye qutkirin heta niha tu agahî nehatine bidestxistin.
Hiqûqnas, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û rojnameger jî di nav de bi hezaran kesan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin lê tu bersiv nehatin dayîn.
Tekane saziya navneteweyî ya dikare biçe serdana Girtîgeha Îmraliyê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ye. CPT, di 3’yê cotmehê de daxuyanî da û diyar kir ku wê di navbera 20 û 29’ê îlonê de serdana Tirkiyeyê kiriye û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê jî di nav saziyên ku serdana wê kirine de ye. Serokê Şandeya Îmraliyê ya CPT'yê û Serokê 2'yan ê CPT'yê Therese Roytter, di 4'ê Cotmehê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîbû û gotibû:“Ez dikarim bibêjim ku me serdana hemû girtiyên li Tirkiyeyê kir lê nikarim daneyan parve bikim.” Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê û derdorên cuda banga “lezgîn” a serlêdanê kirin. Lê belê tu bersiv nehatin dayîn. CPT’yê rapora xwe ya têkildarî serdana dawî jî parve nekir û weke hincet jî wiha got: “Heta ku hikûmeta wî welatî nexwaze em nikarin parve bikin.”
Ger bixwaze dikare eşkere bike
CPT piştî her serdanê bi daxwazên pêşniyar, şirove û agahiyan raporeke berfireh ji dewleta têkildar re dişîne. CPT piştî raporê ji rayedarên pêwendîdar di navbera 3-6 mehan de agahiyên berfireh ên li ser tedbîrên ji bo bicihanîna pêşniyaran hatine kirin, dixwaze. Piştî hevdîtinên “veşartî” tên kirin raporên ku CPT amade dike, heta ku rayedarên dewleta têkildar weşandina wê nexwazin, nayên aşkere kirin. Lê heke li gorî biryarên hatine pêşniyarkirin neyê tevgerandin, ew xwedî wê rayeyê ye ku li şûna raporên ku ji alîyê piranîya sê-duyan ya endamên wê ve hatine amade kirin, vê pirsgirêkê rave bike. Hin welat bi bersivên xwe re destûrê didin weşana otomatîk a rapora CPT’yê, lê Tirkiye ne di nav van welatan de ye.
CPT dibêje ku heke welatên endam “hevkariyê” nekin an jî “li gorî şîretên komîteyê rewşa heyî baştir nekin” dikare daxuyaniyê bide. Di vê çarçoveyê de CPT’yê heta niha gelek daxuyanî dane. CPT’yê bêyî ku welatan agahdar bike di salên 2001-2003-2019’an de têkildarî Rûsyayê, di sala 2011’an de têkildarî Yewnanistanê, di sala 2015’an de têkildarî Bulgaristanê, di sala 2017’an de têkildarî Belçîkayê û di sala 2021’an de têkildarî Bulgaristanê daxuyanî dan.
Lê daxuyaniya herî dawî ya derheqê Tirkiyeyê di sala 1996’an de hatiye kirin. Ango beriya anîna Abdullah Ocalan a Îmraliyê. Ji Îmraliyê 33 meh in agahî nayên girtin û rewşa "incommunicado" didome. Lê heta niha jî CPT’yê tu daxuyanî nedaye. CPT’yê ji bo sala 2024’an Tirkiye nexist nava welatên ku dê biçe serdana wan.