Hevkarî nebe dagirkerî diqede

Duşem 18 Tîrmeh 2022 - 22:12

  • Ne hiqûq heye, ne exlaq û ne jî merdbûn heye. Her tişt hatiye binpêkirin, bi tenê qirkirin û hiqûqa mêtingeriyê hatiye hiştin.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan got, sedema ku dewleta Tirk derban dixwe lê dîsa jî di dagirkeriyê de israr dike, ew e ku li Başûrê Kurdistanê hevkariya wan tê kirin û bi awayekî sergirtî, ev dagirkerî tê qebûlkirin.

Karayilan ji bo tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan got, “Mêtingeriya dewleta Tirk bi helwêst û kirinên xwe ji Rêber Apo re dibêje ‘Min pirsgirêka Kurdan çareser kir, lê tu rabûyî, te dîsa Kurd zindî kirin’. Bi vî awayî Rêbertiyê sûcdar dike û dibêje ‘Tu bûyî sedem ku ev pirsgirêk dîsa zindî bibe û têkeve rojevê’. Ji ber vê îro bi ser Rêbertiyê de diçin. Li dinyayê mînakeke wekî ya pergala êşkenceyê ya Îmraliyê tine. Ji ber ku li Îmraliyê siyaseta qirkirinê heye.

Ne hiqûq heye, ne exlaq û ne jî merdbûn heye. Her tişt hatiye binpêkirin, bi tenê qirkirin û hiqûqa mêtingeriyê hatiye hiştin. Ji ber vê jî her kesê li Tirkiyeyê alîgirê demokrasiyê be, li hemberî faşîzmê be û wekheviyê bixwaze, divê li ber pergala Îmraliyê rabe. Gotina ‘Ez li dijî tecrîdê me’ nayê wateya ku mirov li dijî vê pergalê ye. Heke mirov ji vê pergalê re bi tenê bibêje tecrîd, pergala rastîn baş îfade nake. Ji ber ku faşîzmê pergala qirkirinê ya li Kurdistanê li ser vê tiştê ava kiriye. 16 meh in haya kesî ji Rêber Apo tine. Destûr nedan ku di cejnê de malbata Rêbertiyê û ya hevalên bi wî re jî biçin hevdîtinê. Ew siyaseta tecrîda mutleq, faşîzm û qirkirinê dikin lê dîsa jî nikarin pêşiya Rêbertiyê bigirin. Ji ber ku fikr û ramanên Rêbertiya me dîwarên tecrîdê şikandine û ne bi tenê li Kurdistanê, li dinyayê belav bûne. Rêbertiya me di warê fîzîkî de girtî ye û di bin tecrîdê de ye, lê divê em di warê fîzîkî de jî Rêbertiya xwe rizgar bikin. Divê em têkoşîna xwe ya di vî warî de geştir bikin. Em pergala li Îmraliyê ji holê rakin. Bi vî awayî Kurdistan dikare azad bibe, Tirkiye demokratîk bibe.”

Li 50 cihan şerê sîng bi sîng li dijî dijmin

Li serê berxwedana gerîla ya li Başûrê Kurdistanê jî Karayilan got, “Di serî de Xakurkê, piştre Heftenîn û piştî wê Garê û wekî ku tê zanîn êrişî Metîna, Zap û Avaşînê kir. Lê pîlana dewleta Tirk bi ser neket. Îsal di 14’ê Nîsanê de dest bi êrişê kir. Derb xwarin. Dixwazin rastiya li vir veşêrin. A rast em jî nikarin şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê baş ragihînin raya giştî. Em dikarin bibêjin, ji sedî 20’ê wê tê dayîn. Îro li wir şerekî gelekî mezin heye. Ji Avaşînê heta Metînayê li qadeke ku 60 kîlometre berfireh e, şerekî mezin heye. Herî kêm li 50 cihan di navbera hevalên me û leşkerên dijmin de 100 metre heye. Şerekî gelekî giran e. Rewşeke wisa ye ku di nav hev de ne. Li hinek derên vê erdnîgariyê li hinek cihan bi qasî 15 û li hinek deran bi qasî 20 kîlometreyan her dem şer heye.

Li gorî pîlanên wan di nava demeke kurt de wê encam bistendina. Heta niha dî van sê mehên dawîn de dewleta Tirk ti encam bi dest nexistiye. Diyar bû ku dewleta Tirk belkî hinek hêzên xwe ji bo Rojava yan jî ji bo cihên din amade kiribûn, lê di vî şerê Zap, Metîna û Avaşînê de neçar ma hemû hêza xwe ya cihgir jî têxe şer. Ji serê meha Tîrmehê ve, hêzên xwe yên taybet ên girêdayî Artêşa Giştî xistin dewrê. Ev hêzeke gelekî bijarte ye. Li Çemço û Girê Amêdiyê vê heza xwe ya taybet a herî bijartî xistin dewrê. Gelek cureyên çekên kîmyewî bi kar tînin. Lê herî dawîn, êdî çekên taktîk nukleer bi kar tînin. A rast em 11 meh in li ser vê meseleyê lêkolînê dikin. Hevalan piçekî lêkolîn kirine, em HPG jî lêkolînên me didomin.

A niha em dibînin ku du bombeyên nû bi kar tînin. Yek jê bombeyên nukleer taktîk bi kar tînin, yanî hinek teqemeniyên cihê û maddeyên nukleer tevlîhev dikin, wê dikin teqemenî û jehreke gelekî xurt e. Bombeyên termobarîk jî bi kar tînin.

Piştî sê mehan ev tişt dikare bê gotin: Dewleta Tirk encam bi dest nexistiye û bi esasî têk çûye. Ji bo vê têkçûna xwe binixumîne, van hêzên xwe yên dawî xistin dewrê lê belê wan hêzan jî derba mezin xwar. Li her cihê ku hatin, derb xwarin û ji ber wê nekarîn encamê bi dest bixin. Miriyên xwe eşkere nakin; her tiştî vedişêrin. 

Bêguman şerê em niha dikin, beriya her tiştî şerê ji bo parastina Başûrê Kurdistanê, ji bo parastina destketiyên Başûrê Kurdistanê û Kurdistanê hemûyî ye. 

Niha PDK alî wan dike; yanî bi dewleta Tirk re hevkariyê dike. Ev ne sûcdarkirina PDK'ê ye. Ev rastiyek e û her kes wê dibîne. Lê ev jî rastiyek e ku eger alîkarî û hevkariya PDK’ê û bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nebûya, wê dewleta Tirk nekarîba bi ewqas çekan 3 mehan vî şerî bidomîne. Ew qas axa Başûrê Kurdistanê dagir kirine û di van sê mehan de ewqas çekên qedexekirî bi kar tînin, lê kes tiştekî nabêje. Çima? Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê hêzên fermî yên desthilatdar bêdeng in. Bêdengî razîbûn e, alîkarî ye.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.