Hevjîn hatin cezakirin
Sêşem 29 Tebax 2023 - 00:10
Cotiyar Eşrefzade û Mêhoş Tevesolî hevjînên hev ên xelkê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê dadgeha vî bajarî ve, bi sê sal heps û 2 sal kelepçeya elektronîkî hatin cezakirin.
Li gorî çavkaniyek ku gihîştiye Kurdpayê, Cotiyar Eşrefzade bi sê sal heps û hevjîna wî Mêhoş Tevesolî jî bi du sal çavdêriya kelepçeya elektronîk hatiye cezakirin. Herdu kesên hevjînên hev in, bi ‘komkirin û lihevkirina li dijî ewlekariya neteweyî û propagandaya li dijî hikûmetê’ tên sûcdar kirin. Çavkaniyê herêmî herwiha ragihand ku Îtlaata Pîranşarê li dijî vê biryara dadgehê derketiye û xwestiye ku cezayên hîn girantir li hevjînan bê birrîn.
KURDPA