Hêviya xwe ti car wenda nekin

În 27 Îlon 2024 - 03:10

Endama Komîteya Navendî û Sekretera Navneteweyî ya Kongreya 15’emîn a Partiya Komunîst a Başûrê Efrîka (SACP) Molly Dhlamini ya tevlî Mihrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî ya 32’yan ya li Frankfurtê bû, ji ANF’ê re axivî û got:“Ew piştgiriya doza gelê Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin.” Dhlamini diyar kir ku ji bo piştgiriyê ew hatiye Mihrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî û got:“Bi ya min hatina me ya li vir gelek girîng e. Ji ber ku em û gelê Kurd ji bo çarenûsa xwe têdikoşin. Em piştgiriyê didin gelê Kurd ê ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan, çand û zimanê xwe têdikoşe.”

Dhlamini bal bire bi ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û got:“Tecrîda 25 salan demek dirêj e. Weke tê zanîn, Nelson Mandela jî ewqas sal di girtîgehê de hat girtin. Lê ne weke Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de bû. Bi kêmanî hin kes bi wî re hebûn. Abdullah Ocalan li girtîgeheke gravê di bin tecrîdê de tê ragirtin. Ev binpêkirina mafê mirovan e. Gelê Efrîkaya Başûr bi xurtî piştgiriyê dide mafên mirovan. Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û ev doz were çareserkirin.”

Ziman nasnameya mirovan e

Dhlamini bal kişand bi ser têkoşîna ziman û çandê ya gelê Efrîkaya Başûr û gelê Kurd û got:“Li gorî min mafê her welatek an jî her gelekê heye ku li gorî çand û zimanê xwe bijî. Înkarkirina çand û ziman binpêkirina mafên mirovan e. Li Efrîkayê em ji bo çand û zimanê xwe têkoşiyan. Ji ber vê yekê em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd, em piştgiriyê didin mihrîcanên wiha yên ku dixwazin çand û kevneşopiya xwe zindî bihêlin û çanda xwe jî bînin bîra ciwanên Kurd. Em bang li hemû aştîxwazan û parêzvanên mafên mirovan dikin ku piştgiriya doza Kurdan bikin da ku karibin çanda xwe, ola xwe, kevneşopiyên xwe, zimanê xwe, cil û bergên xwe bi azad bijîn.”

Dhlamini bi bîr xist ku di meha Îlonê de li Efrîkaya Başûr meha mîrasê ye û wiha got:“Em 30 sal in azadiyê û demokrasiyê pîroz dikin. Di pîrozbahiyê de em zext û zordariya li ser çand û zimanê xwe jî bi bîr tînin. Li Efrîkaya Başûr dema ku zimanê me li dibistanê hatibû qedexekirin, em li dijî wê têkoşiyan. Divê mirov zimanê xwe biparêz e. Ji ber ku ziman nasnameya mirovan e. Peyama min ji gelê Kurd re ew e ku hêviya xwe winda nekin. Dema ku me li Efrîkaya Başûr li dijî cudakariyê û mêtîngeriyê şer dikir, me hêviya xwe winda nekir. Ji ber vê yekê em bang li gelê Kurd dikin ku hêviya xwe winda nekin, ji bo mafên mirovan têkoşîna xwe bidomînin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hîn xurtir bikin.”

ANF/DENÎZ ÎKE-ZÎLAN SARA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.