- Desteka ji bo kampanyaya Azadî ji bo Abdullah Ocalan û çareseriya jiyasî ji bo meseleya Kurd zêde dibe. Rewşenbîrên Slovenyayê, nûnerên gelê Oromo yên Kevana Efrîkayê jî destek da kampanyayê û gotin, azadiya Ocalan ji bo çareseriyên pirsgirêkên civakî yên van welatan jî hêviyê dide.
Kampanyaya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya siyasî ya ji bo meseleya Kurd, li seranserê dinyayê belavtir dibe. 10´ê Cotmehê hemwext li bêhtirî 100 navendên dinyayê li bêhtirî 30 welatan daxuyanî hatin dayîn û xelkê li seranserê dinyayê doza azadiya Ocalan kir. Niha jî li rewşenbîrên Sloveniyayê û nûnerên yek ji gelên xwecihê yên Kenya û Etiyopyayê, Oromoyan da zanîn ku ew destekê didin kampanyayê. Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Efrîkaya Başûr jî hem destek da kampanyayê û hem jî xwest pîvanên Mandela ji bo Abdullah Ocalan bi cih bên anîn. Li Strasbourgê jî bi navê “Jinên Kurd li Rojava jiyana nû bi paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan ava dikin” panelek hate lidarxistin.
Di çarçoveya pêngava nû ya kurewî ya ji bo azadiya Ocalan û çareseroya siyasî ya meseleya Kurd de dostên Kurd ên li Slovenyayê jî zend û bend vemalîn. Di çarçoveya pêngava ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendan dest pê kir, li bajarê Ljubljana ya Slovenyayê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.
Daxuyanî ji aliyê civaknasê navdar Dr. Rastko Mocnik, parlementerê berê û ombudsmanê berê yê Slovenyayê Matjaz Hanzek û profesorê zanistên siyasî li Zanîngeha Ljubljana Dr. Andrej Kurnik ve hate dayîn.
Bîrewerê siyasî yê kûr ê serdema me
Matej Kavcic got, “Îro em di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Ocalan ku di heman demê de tê wateya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd, civiyan. Ev kampanya berdewama têkoşîna 25 salan a ji bo azadiya Ocalan e. Em weke hevrêyên kampanyayê, wî yek ji bîrewerên siyasî yên herî kûr û têkoşerê azadiyê yên serdema me dibînin. Di nava 3 salên dawî de li Îmraliyê çi qewimiye, agahî tine ye. Ji aliyê komîteya li dijî êşkenceyê ve serdaneke demkî hat kirin û derbarê vê serdanê de agahî nehatin parvekirin.”
Piştre metna çalakiya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate xwendin û di civînê de Matjaz Hanzek axivî: “Cîhan bi awayekî sîstematîk zilmê li Kurdan dike û îstîsmar dike. Li Kurdistanê wekheviyeke rasteqîn heye, ne tenê li ser kaxizê, ev yek têkoşîneke rasteqîn a azadiyê ye.”
Dr. Rastko Mocnik jî got: “Têkoşîna rizgariya netewî ya Kurd şoreşeke rasteqîne ya veguherandina civakê ye. Tevgera Kurd di vê wateyê de gelekî girîng e ji ber ku niha têkoşîna rizgariya neteweyî û têkoşînên şoreşgerî di asta gerdûnî de di parastinê de ne, lê Kurd ji bo mirovahiyê têdikoşin û di vê de gelekî serketî ne.”
Ocalan ji bo Slovenyayê jî girîng e
Dr. Andrej Kurnik jî got: “Civaka Kurd nûnertiya têkoşîna ji bo bidawîkirina serdestî û zordariya cîhanê dike. Li Slovenyayê li dijî kevneşopiya komunitarîzmê têkoşîneke sîstematîk heye. Em dikarin bibînin ku neheqiyek mezin heye. Tecrûbeya neolîberalîzm û hilweşîna di nava civakê de, nîşan dide ku Ocalan ji bo Slovenyayê jî girîng e û pir hemdem e. Gelek berhemên wî ji hêla The Journal of Critique of Science ve hatine wergerandin, mirov behsa ramanên wî dikin. Divê ev yek di çarçoveya zanîngehê de bê kirin, lê zanîngeh tenê bûye veguhertina sîstemê. Ew amûran dide civakê ku xwe têr bike, bifikire û azad bibe.”
Neteweya Oromo li cem Kurdan e
Li paytexta Kenyayê Naîrobiyê, di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd de daxuyaniyek hate dayîn û gelê Oromo jî tevlî pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bû.
Civîna çapemeniyê ya li Naîrobiyê ji aliyê aktîvîsta siyasî Soretî Bulbula Kadîr û rojnamevan û aktîvîst Leîsa Dhaba ve hate kirin. Wan got, “Em, weke mirovên azad ên neteweya Oromo, ji bo tevlî bangeke navneteweyî bibin em li vir civiyan e: Banga me jî serbestberdana Rêberê siyasî yê Kurd Abdullah Ocalan e. Em îro pêngava cîhanî ya ji bo azadiya bira û dostê me Abdullah Ocalan tercîh dikin. Ji ber ku em jî dizanin tundiya di encama hewirdora siyasî, dikare zehmetiyên çawa li ser gel, malbat yan jî kesên ku yekser rast lê hatibin. dike.
Oromo ku mezintirîn neteweya xwecihî ya li Etiyopya û Kevana Efrîkayê ye, dostên me jî mîna gelê Kurd ji bo azadî û çarenûsa wekhev têdikoşin, rastî şideta siyasî tên. Îro me bang li civaka xwe ya berfireh kir da ku beşdarî banga me ya hevgirtina kolektîf bibe û niha jî em ê demekî ji wan kesên ku bi awayekî fîzîkî nikarin beşdarî vê civîna çapemeniyê bibin, peyamên hevgirtinê bi Ocalan û gelê Kurd re parve bikin.
Çawa ku em daxwaza azadkirina bi sed hezaran girtiyên siyasî yên Oromayê dikin, em daxwaza azadkirina demildest û bê şert û merc a Abdullah Ocalan û azadiya tevahiya gelê Kurd û axa Kurdistanê dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Jinan doza Ocalan kir
Di çarçoveya pêngava "Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re" çalakî dewam dikin. Yek ji wan çalakiyan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê hate lidarxistin.
Di roja sêyemîn a pêngavê de doh Tevgera Jinên Kurd a li Ewrûpayê (TJK-E) panelek li dar xist. Panel li Navenda Çanda Elewiyan a Strasbourgê pêk hat û qala paradîgmaya azadîparêziya jinê ya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.
Elîf Kaya di panelê de got, "Rêber Apo beriya dest bi têkoşînê bike got 'Kurdistan di bin mêtingeriyê de ye, jin kol ne' û du tespîtên krîtîk kir."
Elîf Kaya got, Îdeolojiya Rizgariya Jinê (Jineolojî) bi têkoşîna mezin a jinên Kurd hate afirandin û paşê wiha peyivî: “Heta ku dîlgirtin û tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bibe wê têkoşîna me dewam bike.”
Endama Meclîsa PYD'ê Fadîle Sosin jî diyar kir ku ew ji Efrînê ye ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û got, "Kurdistan di bin dagirkeriya çar netewe dewletan de ye." Fadîle Sosin got, "Rêber Apo gelekî ku li ber tunebûnê bû rakir ser xwe, berxwedaneke destanî ya bêhempa afirand. Rêberê me ku ji bo gelê xwe canê xwe daniye holê, bi komployeke navneteweyî di bin gardiyantiya dewleta Tirk a dagirker de dîlgirtî ye."
Fadîle Sosin ragihand ku gelê Kurd şerê man û nemanê dide û got, "Weke jinên Kurd heta ku azadiya me pêk were, heta ku azadiya Rêberê me pêk were em ê têkoşînê dewam bikin."
ANF/STRASBURG