Hêviya dagirkeran sûcên şer in

Duşem 19 Îlon 2022 - 22:30

  • “Qadên Berxwedanê 32 caran bi bombeyên qedexe û bi çekên kîmyewî hatine bombekirin.”

HPG’e diyar kir dewleta Tirk a dagirker her roj bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi kar tîne û got “Qadên Berxwedanê 32 caran bi bombeyên qedexe û bi çekên kîmyewî hatine bombekirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Bi belgeyan hatiye îsbatkirin ku ev çekên di asta navneteweyî de hatine qedexekirin ji aliyê dewleta Tirk li hemberî hêzên me tên bikaranîn lê dîsa jî ti bertek nayê nîşandan û ev jî tê wateya piştgiriya ji bo dewleta Tirk. Ev jî tê wateya ku tê xwestin gerîlayên ku yekane parêzvanê destketiyên gelê Kurd in, werin tasfiyekirin, qirkirina li ser Kurdan bigihêje encamê û ev tişt ji aliyê hêzên hegemon ve tê qebûlkirin.

Hêzên me di 7 çalakiyan de 2 dagirker ceza kirin, dronek jî îmha kirin. Artêşa Tirk a  dagirker 32 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî, 34 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kirine.

HPG´ê wiha behsa çalakiyên gerîlayan jî kir:

Li Zê (Zapê)

Di 18’ê Îlonê de saet di 05.40’an de hêzên me bi sekvaniyê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a li Çemçoyê dagirkerek ceza kir.

Di 18’ê Îlonê de saet di 12.45’an de dema ku dagirkeran xwest bikevin çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, bi sabotajê li dagirkeran hate xistin. Dagirker neçar man gavekê vekişin.

Di 18’ê Îlonê de saet di 14.00’an de dagirkeran dema ku xwest bikevin çeperên şer ên Şehîd Agir a Qada Berxwedanê ya Sîdayê hêzên me bi sabotajê li wan da. Dagirker neçar man gavekê vekişin.

Di 18’ê Îlonê de nîvrokî dema ku dagirkeran xwest bi bombeyên qedexe li çeperên şer ên Şehîd Agir a Qada Berxwedanê ya Sîdayê bidin, tîmên me yên gerok li dagirkeran dane. Piştî lêdana hêzên me dagirker neçar mane gavekê vekişin.

Di 19’ê Îlonê de saet di 08.00’an de tîmên me yên gerok dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a li Çemçoyê xistine bin kontrola xwe û bi çekên giran li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 19’ê Îlonê de saet di 10.10’an de dagirkeran dema ku xwest ber bi çeperên şer ên Şehîd Dogan a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ve werin, tîmên me yên gerok li wan da. Piştî lêdana hêzên me, dagirker neçar man gavekê vekişin.

Li Metînayê

Di 18’ê Îlonê de saet di 14.20’an de tîmên me yên gerok li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê li droneke dan û dron îmha kirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.