Hevdîtina bi Şanaz Îbrahim re

Çarşem 26 Sibat 2025 - 03:10

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya li Başûrê Kurdistanê hevdîtin pêk anîn û serdana taybet bi Şanaz Îbrahîm Ahmet re pêk hat. Di hevdîtinan de peyama ku para jinan ket jî rolgirtina di afirandina aştî û azadiyê de bû. 

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28'ê Kanûnê de yekemîn pêwendiya siyasî bi Rêber Abdullah Ocalan re kiribûn û piştre bi partiyên siyasî re hevdîtin kiribûn û fikrên Abdullah Ocalan ji raya giştî re vegotin. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 22'yê Çileyê de piştî ku yekem gera xwe ya siyasî li Tirkiyê bidawî kir, careke din ji bo hevdîtinê serdanek din kir. 

Di civîna duyemîn a li Îmraliyê de rayedarên DEM Partiyê tekez kirin ku Abdullah Ocalan xwe ji bo çareseriya dîrokî amade dike û ev çareseriya dîrokî tekane çareserî ye ku Tirkiye, Iraq, Sûriye û heta Îranê jî ji xitimandinê rizgar dike. Li ser pêşniyarên Abdullah Ocalan ku amadekariya çareseriya çar parçeyên Kurdistanê dikir, Heyeta Îmraliyê di navbera 16-19’ê Sibatê de çû Başûrê Kurdistanê û rêze hevdîtin pêk anîn. 

Di muzakereyan de jin...

Tevî ku ez yek ji wan navên ku peywendiyên heyetê dişopandim jî, endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û parlementera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigit bi tevahî sê jin bûn. Ligel di dîrokê de barê herî giran li ser milê jinan bû jî, di muzakereyên ku pêk tên de ji bilî endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît tenê du jin di nava şandeyê de cih girtibû, ev yek cihê rexneyê ye. Bi heman awayî pêşwazîya me jî ji hêla mêran ve hat kirin. Ji roja ewil em ji Deriyê Sînor ê Xabûrê û ji Deriyê Sînor ê Îbrahîm Halîl ketin û heta roja dawiyê li bajaran li gelek qadan kêmbûna nûnertiya jinan li ber çavan bû. Di hevdîtinên siyasî, di protokolên PDK'ê de tenê jinek û di daxuyaniya çapemeniyan de jî tenê 2 pêşkeşvanên jin hebû.

Têkoşîna jinên başûrî 

Rawestgeha me ya yekem Hewlêr bû, li navenda bajarê Hewlêrê çend jin hebû û her wiha di serdana kela dîrokî ya Hewlêrê de jî geştyar çend jin hebûn. Tevî ku jinên Başûrê Kurdistanê ku di dîrokê de xwedî têkoşîneke kûr in, weke kesayetên ku di her qadê de pêşengiya civakê kirine û bedelên mezin dane jî lê dema ku min di serdana xwe de li bajarê Hewlêrê mêze kir û dînamîkên cuda li Silêmanî hatin li pêş min. Gotina Nagîhan Akarsel "Li Başûrê damar û çanda jinê ya gelekî xurt heye, lê mixabin ev damarên berê di destê desthilatdariya siyasî de hatiye tunekirin" tê bîra min. 

Hevdîtina bi Şanaz Îbrahim re 

Di 4 serdanên Şandeyaa Îmraliyê ya DEM Partiyê ya Başûr de ji bo gihandina xebatên çareseriya ku Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê daye destpêkirin û bandorê li her çar parçeyan bike de, kesayetên mêr jî hebûn. Lê belê her çiqas di çarçoveya têkiliyên siyasî de nehate diyarkirin jî, Abdullah Ocalan diyar kir ku şande wê bi taybetî bi endama Dîwana Serokatiya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ahmet re hevdîtinê bike. Şanaz Îbrahîm Ahmet her çend wekî xwişka xwe Hêro beşdarî berxwedana çekdarî ya li dijî Seddam Huseyn nebû jî, bi komkirina drav, lobî, bilindkirina hişyariya navneteweyî û organîzekirina mîtîngên siyasî, di nav hewldanên li derveyî welat de cih girt. Piştî serhildana sala 1991'ê, Şerê 1'em a Kendavê û cezayên li ser Iraqê hatin sepandin, Şanaz bi xwişka xwe Hêro Îbrahîm Ehmed re rêxistina nehikûmî Kurdistan Save the Children (KSC) ava kir.

Ji bo aştiyê pêşengtiya jinan 

Di vê serdanê de Şanaz Îbrahîm Ahmet bi taybetî bang li jinan kir ku pêvajoya aştiyê xurttir hembêz bikin. Xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin û di hevdîtinan de nêrînên xwe yên li ser vê eksê anîn ziman. Îro jî pêşengiya jinan a ji bo aştî û çareseriyê li her çar parçeyan ji aliyê Îmraliyê ve bi vê serdanê careke din hate destnîşankirin.

JINNEWS/MELEK AVCI/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.