Hevdîtina bi Ocalan re cidiyetê xurt dike

Pêncşem 21 Tebax 2025 - 03:25

Zanyarê siyasetê Prof. Dr. Levent Koker ku DEM Partî ew ji "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" re pêşniyaz kir, karê ku divê komîsyon ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bike nirxand. Koker diyar kir ku komîsyon bi armanca xebatê di warên "azadî, demokrasî û serdestiya hiqûqê" de dest pê kiriye û rola komîsyonê di avakirina lihevkirineke civakî ya berfireh de ji bo pêvajoya demokratîkbûnê derfeteke dîrokî temsîl dike. Koker destnîşan kir ku komîsyon divê tenê bi sererastkirinên qanûnî yên der barê bêçekkirin û hilweşandina PKK'ê de sînordar nebe û got:"Komîsyonê her wiha peywir girtiye ser xwe da ku ji bo çareserkirina meseleya Kurd a Tirkiyeyê ku ev zêdetirî sedsalek e çareserî lê nehatiye kirin, lihevkirinek civakî ya herî berfireh peyda bike." Koker diyar kir ku divê komîsyon tenê bi guhdarîkirina hin rêxistinên civaka sivîl, zanyar û pêşengên raya giştî xwe sînordar neke û avakirina mekanîzmayek, binkomîsyonek an sekretaryayek ji bo misogerkirina diyaloga berdewam pêwîstiyeke neçar e. Koker ku xebata komîsyonê li du kategoriyan wekî "çalakiyên ku hewceyê rêziknameyeke qanûnî nînin û yên ku dikarin di demek dirêj de werin bicîhanîn û hewceyê rêziknameyek qanûnî ne" dabeş kir û got:"Ji bo ku biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn yên ku nehatine bicîhanîn tavilê werin bicîhanîn, pêdivî bi rêziknameyek qanûnî tune. Kesên ku ji ber dozên wekhev ên ku di van biryaran de binpêkirina mafan hatine dîtin, di girtîgehan de tên girtin, dikarin werin berdan. Wekî din, divê girtinên ku ji tevdîrên dadwerî wêdetir diçin bi dawî bibin û girtiyên siyasî û hikumxwar werin berdan. Lijneyên Îdare û Çavdêriyê divê dev ji astengkirina berdanan bi biryarên kêfî berdin."

Zimanê dayîkê û xweseriya herêmî 

Koker destnîşan kir ku divê Tirkiye çareserkirina pirsgirêkên têkildarî pirsgirêka bingehîn a dema damezrandina komarê bide pêşiyê û got:’’Kiryarên ku bi fermî wekî 'terorîzm' tên binavkirin ne tenê ji rêxistinan, lê di heman demê de ji rayedarên ku serî li kiryarên neqanûnî yên zorê didin jî derdikevin. Naskirina mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî û misogerkirina xweseriya herêmî û xwecihî di nav gavên pêşîn de ne. Ev di heman demê de dev ji têgihîştina tekparêz û etnîkî ya neteweyê berdide." Koker, rexne li komîsyonê kir ku çima hêla destûra bingehîn a pirsgirêkê nexistiye rojeva xwe û diyar kir ku nîqaşkirina aliyên destûra bingehîn yên pirsgirêka Kurd pir girîng e. 

Hevdîtina bi Ocalan re 

Koker bal kişand ser rola Rêber APO di vê pêvajoyê de û got:"Banga Ocalan a 27'ê Sibatê ji bo têgihîştina pêvajoyê wekî avakirina aştî û civateke demokratîk xwedî girîngiyeke taybet e. Guhdarîkirina Ocalan ji aliyê komîsyonê ve ne tiştek e ku mirov jê matmayî bimîne; berevajî vê, ew ji bo fêrbûna pêşniyazên berbiçav bi awayekî rasterast sûdmend e. Ev hevdîtin wê li bara civakê jî ciddiyeta pêvajoyê xurt bike." 

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.