Hevdîtina bi girtiyan re krîmînalîze dikin

Duşem 15 Tîrmeh 2024 - 00:25

Parêzer Nagîhan Avçîl girtina hevpîşeya xwe ya OHD’yî Şûheda Ronahî Çîftçî nirxand, diyar kir li girtîgehan bi destê desthilatê polîtîkayeke taybet hatiye danîn, hevdîtina parêzeran a bi girtiyan re tê krîmînalîzekirin û banga geşkirina têkoşîna hevpar kir.

Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Şuheda Ronahî Çîftçî ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî di Sibatê de hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê û di 28'ê Hezîranê de hatibû berdan, di 30'yê Hezîranê de li ser îtiraza dozger careke din hat girtin. Lêkolîna binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û wekî rapor amadekirina wan wekî sedema girtinê hatin nîşandan.  

Endama OHD'ê Parêzer Nagihan Avçîlê diyar kir desthilat parêzerên ku bêhiqûqîtiyên desthilatê qebûl nake krîmînalîze dike. 

Dîsa jî hate girtin 

Avçîlê destnîşan kir ku Çîftçî ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatiye girtin û got: "Ronahî, piştî hat binçavkirin me sûcên pê tê tawanbarkirin pûç kirin. Me bi raporan nîşan da ku ew parêzevaneke mafên mirovan e. Lê tevî ev qas îspatan jî hat girtin." 

Li girtîgehan polîtîkaya taybet

Avçîlê bilêv kir saziyên bi binpêkirinên mafan ên li girtîgehan re eleqedar dibe ji aliyê desthilatê ve hedef tên girtin û got: "Li girtîgehan bi destê desthilatê polîtîkayeke taybet tê danîn. Tecrîdkirina girtiyan, binpêkirinên mafan, biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê... biryarên nehiqûqî tên girtin. Parêzerên ku vê bêhiqûqîtiyê qebûl nakin jî têne darizandin û lêpirsînan wan tê kirin. Hevdîtinên parêzeran ên bi girtiyan re, di çaçroveya polîtîkaya desthilatê û çapemeniya wê de tim tên krîmînalîzekirin. 

Banga xurtkirina têkoşînê 

Avçîlê bal kişand ser zextên desthilatê yên li ser parêzeran jî û got ku tevî hemû zextan jî parêzer wê nasnameya xwe ya parêzertiyê biparêzin. Avçîl ku ji bo têkoşîna hevpar bang li rêxistinên hiqûqê kir got,"Em li dijî darizaninên nehiqûqî xeta têkoşîna hevapar xurt bikin." 

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.