Feysel Hesen Qadir sala 1970’yî li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Ev 28 sal in li Hewlêrê karê çêkirina kamera û wênegiran dike
Hostayê tamîra wênegiran Feysel Hesen dibêje, “Ji dema xwendinê ve, kamera hevrêyên min ên dewamî ne. Ji bo min bûye nasname. Dîmenên min ji destan dernakevin. Ji ber hezkirina min a kamareyê, bûm hostayê wê.”
Hezkirinek wî ya zêde ji bo wênegir û kamareyê heye. Feysel Hesen dibêje, “Hezkirineke min a zêde ji bo wênegirê hebû. Salên 1980’yî min dest pê kir. Wê demê ez diçûm dibistanê. Wê demê dewreyeke wênegiriyê û kamareyê hate vekirin. Berê kamerayên kevn hebûn. Dema ku wêne dihatin girtin, rasterast derdiketin. Niha min gelek kamerayên kevin li dikana xwe hiştine.”
Kamera nasnameya wî ye
Feysel dibêje, ev 28 sal in bi kamerayê re hevrêtiyê dike: “Her dema ku ji mal derdikevim, kamareyekê li gel xwe dibim. Ji ber ku gelek caran dîmenên xweşik li ber çavên min dikevin. Ji ber ku heger di wê kêliyê de tomar nekim, ez aciz dibim. Ji ber ku dixwazim bi zooma kamareyê arşîva bi mînak tomar bikim.”
Fesyel ji derveyî karê wênegiriyê karê tamîr û çêkirina kamereyan jî dike: “Ev 28 sal in ez kamareyên dîmen û wêneyan çêdikim. Ez gelek ji karê xwe razî me. Ji ber ku bi hezkirin karê xwe dikim. Ez kamareyê weke nasnameya xwe dibînim. Ez ê heta dawiya temenê xwe tevî lawazbûna kar, dest ji çêkirina kamareyê bernedim. Ji ber telefonên biaqil, êdî xelk kêmtir kamareyan bi kar tîne.”
ROJNEWS/HEWLÊR