‘Hevalên me berdin’

Duşem 13 Hezîran 2022 - 21:15

  • “Weke çapemeniya azad, em ê sibe jî dev ji nivîsandina heqîqetê bernedin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî van neheqiyan bidomînin.”

Ji bo 22 rojnamevanên li Amedê hatine binçavkirin li pêşiya avahiyên Produksiyonên Piya û Arî ku ev 6 roj in polêsan dagirkeirya Tirk dor li wan girtine, daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de binçavkirina rojnamevanan hate şermezarkirin û hat gotin, desthilatdarî bi van operasyonan hewl dide rastiyan veşêre. 

Komeleya Rojnamevanên Dicle Fıratê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), tekildarî 22 kesên di 8’ê Hezîranê de polêsên Tirk ew kirin nezaretê, li pêşiya avahiyên Produksiyonên Piya û Arî ku ev 6 roj in di bin dorpêça polêsan de ne, daxuyanî dan.

Balkêş bû ku beriya daxuyaniyê pêşiya avahiyan bi otobusên polêsan hate girtin. Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêveberên DBP’ê û HDP’ê yên Amedê, endam û rêveberên OHD’ê, MEBYA-DER’ê, TÛAY-DER’ê, MED-DER’ê, ÎHD’ê, Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek rojnamevan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Hûn nikarin bêdeng bikin” hate hilgirtin. 
 
Tohmet jî ne diyar in

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû daxuyanî da û got, ji bo ku bibêjin “rojnamevanî ne sûc e” ew hatine ba hev. Muftuoglû, bi bîr xist ku di serdegirtinên malan ên di 8’ê Hezîranê de 22 rojnamevan kirin nezaretê: “Hempîşeyên me yên 6 (îro 7) roj in di bin çavan de tên ragirtin ji ber biryara sînordarkirina dosyaya wan, sedemê kirina wan a nezaretê nayê zanîn. Beriya çend rojan jî dema girtina di nezaretê de 4 rojan hate dirêjkirin.”

Muftuoglû da zanîn ku tevahiya amûrên kar û xebatê yên li şirketên produksiyonê jî hatine desteserkirin û heta niha jî nahêlin ku xebatkar bikevin nava avahiyan. 
 
Êrişeke li dijî mafê agahîgirtinê ye

Muftuoglû, tevî êrişên desthilatê behsa êrişên “medyaya alîgir” a desthilatê jî kir û  got, “Em sazî û dezgehên medyayê yên ku bi zimanê desthilatê nêzîk dibin û rojnamevanan dikin hedef, şermezar dikin.”

Dîcle Muftuoglû îşaret bi manîpulasyona desthilatê kirk û got, “Bi destê medyaya hawiz rastiyan ji civakê vedişêrin û hewl didin şer, krîza aborî û siyaseta qirêj veşêrin. Ji ber vê yekê jî zexta xwe ya li ser derdorên ku rastiyê bi civakê re parve dikin, girantir dikin. Desthilatdariya ku hewl dide bi polîtîkaya xwe ya zextê civakê razî bike, êrişî rastiyan dike. Sedema kirina nezaretê û girtinên di dema dawî de veşartina rastiyan e. Desthilatdarî bi vê operasyona li dijî rojnamevanan dixwaze bandora şerê ku dimeşîne û krîza aborî veşêre û mafê agahîgirtinê yê gel hedef digire.” 
 
Çapemeniya azad li ber xwe dide 

Dîcle Muftuoglu êrişên daimî yên li dijî xebatkarên çapemeniya azad bi bîr xistin û got, “Lê belê tevî êrişan jî li ber xwe dan û karê xwe dewam kirin. Rojnamevanên ku heqîqet derdixistin holê, di salên 90’î de bûn hedefa Hîzbûllah û JÎTEM’ê, di salên 2000’î de jî bûn hedefa cemaetê. Îro jî rojnamevanên ku li dijî zext û manîpulasyona desthilatdariya AKP-MHP’ê, heqîqetê radigihînin, dibin hedefa êriş û zextan.

Çapemeniya Kurd her tim weşaneke li dijî nijadperestî, netewperestî, olperestî û zayendperestiyê kir. Weke xebatkarên çapemeniya azad ku tevî her êrişê jî dev ji rêya heqîqetê bernadin, şopdarên xeta berxwedanê ya li ser rêya heqîqetê ne ku ji Apê Mûsayan heta Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan û Rohat Aktaşan didome. Tevî hemû zext, girtin û binçavkirinan jî em ê xwedî li vê mîrasê derkevin.

Hevalên me yên ku di çarçoveya armancên siyasî yên desthilatdariyê de di nezaretê de ne, divê di zûzûka bên berdan.”  

Li ser navê MKGP’ê jî rojnamevan Roza Metîna axivî û got, “Çapemeniya azad li dijî van êrişan li ber xwe dide. Heke îro kesên heqîqetê radigihînin dixin nezaretê, wê demê mirov nikare qala hiqûqê bike. Weke çapemeniya azad, em ê sibe jî dev ji nivîsandina heqîqetê bernedin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî van neheqiyan bidomînin.”

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.