Feyyaz Çetiner ê di rêxistina Partiya Keskan a bajarê Elmanyayê Frankfurtê de bi têkiliyên xwe yên bi nijadperestên Tirk re demeke dirêj e li eyaleta Hessenê ya Elmanyayê dikeve rojevê. Piştî ku civaka Kurd nerazîbûn nîşanî wezîfedarkirina wî di nava Partiya Keskan de da, wî bi rêya rêxistina Partiya Keskan a da zanîn ku endametiya rêxistinên nijadperestên Tirk “gunehekî ciwantiyê” bûye. Wî jî partiya wî jî îdîa kirin ku Feyyaz Çetiner poşman e. Lê piştî ku Partiya wî ew weke koordînatorê peywendiyên bi komên cihê re destnîşan kir, minaqeşeyên li ser wî ji nû ve derketin pêş.
Bernameya nûçeyan a radyoya dewletê ya eyaleta Hessenê HR4 jî li ser meseleyê kola û bi agahiyên ji civaka Kurd bi Feyyaz Çetiner re peyivî. Çetîner dîsa poşmaniya xwe ji biryara xwe ya ciwaniyê îfade dike û dibêje, êdî têkiliya wî bi van derdoran re nîne. Lê belê gava bi bîra wî tê xistin ku hevalekî wî yê weke wî endamê Meclîsa Biyaniyan a Frankfurtê Mahmut Gayretlî heye û ew hê jî nijadperest e. Gayretlî hîna ne ji mêj wêneyekî xwe yê li ser gorna lîderê nijadprestên Tirk Abdullah Çatli, li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal parve kiriye. Ew di wêne de nîşana nijadperestên Tirk jî dike. Feyyaz Çetiner ji bo hevaltiya xwe ya bi Mahmut Gayretli re dibêje, ew û hevalên xwe ne xwedî heman fikrên siyasî ne.
Lê gelo mirov dikare hevaltiya bi nijadperestan re ji angajmana xwe ya siyasî qut bike. Civaka Kurd a Frankfurtê dibêje, na. Jixwe, helwêstên Partiya Keskan li Frankfurtê cudakeriyeke li dijî Kurdan nîşan dida, û bûyera “ji ber Kurdbûnê” betalkirina dawetkirina Haci Hacioglu jî di vê çarçoveyê de bûbû rojev.
FRANKFURT