- Pierre Laurent weke endamekî heyeta aştiyê çû Başûrê Kurdistanê û got: Em ê piştgiriya xwe ya enternasyonalîst nîşan bidin. Hevalbendê me yê demdirêj ê ji bo demokrasî, edalet û azadiyê Kurd in.
Senatorê Koma Welatiyan a Komarger û Komunîst a Fransayê û Alîkarê Serokê Senatoya Fransayê Pierre Laurent, weke endamekî heyeta aştiyê çû bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê û hin hevdîtin kir. Pierre Laurent got, "Yên ku di dema têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de çepik ji Kurdan re lê dixistin, divê niha berê xwe nezîvirînin. Divê li ber êrişên dewleta Tirk rabin."
Laurent diyar kir ku ji bo li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Kurdan bisekine û piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd nîşan bide ew hatiye herêmê û got, “Em ji bo nerazîbûnê nîşanî bêdengiya çapemeniya Ewropa û Fransayê bidin em li vir in. Hem hatin vê derê ku ku piştevaniya xwe nîşan bidin, daxwaza rawestandina êrişan bikin, agahiyan werbigirin û piştî vegeriya li welatê xwe, bikin ku dîwarê bêdengiyê yê li Fransayê û Ewropayê bê hilweşandin."
Laurent bi bîr xist, ku Kurdan di berxwedana li dijî DAÎŞ'ê de piştgirî wergirtin û got, "Lewma dema ku Tirkan êrişî Kurdan kir, nabe ku em berê xwe bizîvirînin û li cihekî cuda binêrin. Dibe ku di civîna bilind a NATO'yê de ku tê lidarxistin, derfet ji Tirkiyeyê re bê dayin ku li gorî dilê xwe êrişî Kurdan bike. Di encama danûstandin û tawîzan de Tirkiye li gorî kêfa xwe dikare êrişî Kurdan bike. Em dixwazin li dijî vê yekê atmosferekê biafirînin û bînin ziman ku divê bi vî rengî nebe."
Wezîr ne erênî bû
Laurent ragihand ku li Hewlêrê wan bi nûnerên YNK, Tevgera Goran, parlamenteran re hevdîtin kirine û nêrîna xwe çi dibe bila bibe bi nûnerên partiyên siyasî re rûniştine û wê hevdîtinên xwe dewam bike. Laurent got, "Me êvarê (pêr) hevdîtin bi Wezîrê Karê Derve re kir. Wezîrê Karê Derve bi navê PDK'ê hevdîtin bi heyetê re kir. Me hevdîtin bi nûnerên cuda yên siyasî re kir û nerazîbûna xwe nîşanî êrişan dan. Bi navê piştevaniya enternasyonalîst, di çarçoveya heyeta aştiyê de bi nûnerên komeleya rojnamevanan, komeleya parlamenterên berê yên Iraqî re hevdîtin kir.
Hatina wezîr nêzîkatiyeke erênî ye, tê wateya diyaloga bi heyetê re. Ev yek di heman demê de pêwendiya xwe bi bandora hatina heyetê re heye, bi rojevbûna heyetê re heye. Wezîr bersivên erênî neda pirsên me, lê belê em ê karên xwe dewam bikin.”
Divê Kurdan nekin qurban
Senator Laurent destnîşan kir ku di civîna NATO'yê de divê bang bê kirin ku êrişên li ser Kurdan bêne rawestandin û bi bîr xist ku eger Kurd nebûna, hêzên Rojavayî wê li dijî DAÎŞ'ê nekarîbûna bi ser biketa. Laurent bal kişand ser ihtimala hevdîtinên bi nêteke xerab û fikarên xwe anîn ziman ku NATO bi navê başkirina têkiliyên bi Enqereyê re êrişa Tirkiyeyê ya li ser Kurd û Kurdistanê ji nedîtî ve bê. Laurent diyar kir ku divê Kurdan nekin qurbanê têkiliyên berjewendiyan ên navbera Tirkiyeyê û hêzên NATO'yê. Laurent destnîşan kir ku divê peymaneke bi nêteke nebaş a navbera Tirkiye û NATO'yê neyê tercîhkirin û got, "Divê Fransa, Elmanya, Ewropa û welatên Yekîtiya Ewropayê bêjin ku ew êrişa Tirkan a li dijî gelê Kurd naxwazin."
Berê xwe ji Kurdan nezîvirînin
Senator Laurent got, "Her kesê ku wêrekî, berxwedana şervanên Kurd ên li dijî DAÎŞ'ê şer kirin, silav kir; ji wan re dibêjim ku berê xwe nezîvirînin. Dewleta Tirk, Erdogan bi rengekî îllegal peymanên navneteweyî binpê dike û êrişî gelê Kurd dike." Laurent bi bîr xist ku Kurdan dema li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer dikirin, gelek mirovên xwe feda kir. Laurent anî ziman ku li hemberî vê yekê jî Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan bi çeteyên DAÎŞ'ê re peymanên gelekî metirsîdar çêkir û got, "Hevalbendê me yê demdirêj ê ji bo demokrasî, edalet û azadiyê Kurd in. Em piştgiriyê didin Kurdan ku rêveberiya xwe, paşeroja xwe ava bikin. Divê em piştgiriya Kurdan bikin. Raya giştî ya cîhanê jî divê li ber polîtîkayên tarî yên Erdogan rabe û cihê xwe li gel gelê Kurd bigire."
ANF/HEWLÊR