Heta vegerê em ê têbikoşin

Duşem 22 Çile 2024 - 03:45

6 sal di ser destpêkirina êrişên li ser bajarê Efrînê yên ji aliyê dewleta tirk û komên wê yên çete derbas bû. Bi vê munasebeta bi deh hezaran kes li Şehbayê, bi meşek girseyî ku ji destpêka navçeya Ehdasê dest pê kir û heya dawiya navçeyê li qada ajokariyê bi dawî bû, lidar xistin. Di meşê de wêneyên pakrewanên Berxwedana Serdemê û çiqlên darên zeytûnan hatin hildan. Her wiha pankertên bi nivîsa "Efrîn rûmeta me ye Efrînê biparêzin", "Bi rihê berxwedanê em ê dagirkeriyê têk bibin" hatin hildan û dirûşmeyên "Bijî berxwedana serdemê, na ji bêdengiya navneteweyî" hatin hilgirtin. Jinên tevli meşê bûn dan zanîn ew ê li dijî êrişan hertim li ser piyan bin. 

Foziya Hiso da zanîn ku wê berxwedana wan heya vegera Efrînê berdewam be û got:"Ev roj ji bo me rojeke pir bi êş e ku di vê rojê de êrişên giran bi ser me de hatin lê zarokên me 58 rojan li ber xwe dan. Tevî wê hovîtiyê me têkoşîna xwe dewam kir. Bila dewleta faşîst bizanibe ku em gelê Efrînê bi carekê gav ji berxwedana xwe bi paşve navêjin. Heya ku em vedigerin cih û warê xwe. Ev yek jî wê bi saya xwîna pakrewanên me misoger bibe." Dayîka bi navê Soheyla Şêx Ehmed jî got:"Di salvegera 6'emîn a êrişkirina ser bajarê Efrînê de em îro daketine qadan. Îro em van êrîşan bi tundî şermezar dikin, bila dewletên faşîst baş bizanin ku em ji soza ku me ji bo Efrînê daye bi bi paş ve gav navêjin. Heta ku em venegerin welatê xwe wê her têkoşîna me mezintir bibe. Ji ber tu mafê dewleta li me tune ye ku ewqas zilmê li me bikin."   

JINNEWS/MÎDYE MIQDET

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.