Heta tecrîd hebe wê berxwedan bidome

Sêşem 23 Tîrmeh 2024 - 00:29

Çalakiya “Deng bide azadiyê” ya xizmên girtiyan berdewam dike. Xizmên girtiyan dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan helwest nîşan dan û gotin heta ku tecrîd neyê rakirin ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Xizmên girtiyan û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) bi çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo aştiya civakî û şikandina tecrîdê deng bide azadiyê” hate hilgirtin. Dayikên Aştiyê, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê û gelek welatî tevlî bûn.

Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr beriya çalakiyê axaftineke kin kir û got: “Tecrîda li girtîgehan roj bi roj girantir dibe. Heta pirsgirêka tecrîdê çareser nebe dê tu pirsgirêk çareser nebin. Heta tecrîd werê rakirin jî wê çalakiya me bidome.”

Piştî axaftinan jî beşdaran li pêşiya girtîgehê çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan li dar xist. Di çalakiyê de beşdaran gelek caran dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, "Bijî berxwedana zindanan", "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.