Heta tecrîd hebe berxwedan jî heye

Sêşem 16 Tîrmeh 2024 - 00:34

Çalakiya ‘’Deng Bide Azadiyê’’ ya ji bo rakirina tecrîdê didome. Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Sonmez ku li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê axivî, destnîşan kir heta ku tecrîd rabe ew ê berxwedana dijî tecrîdê bidomînin.

Bi pêşengtiya xizmên girtiyan û bi çarçoveya kampanyaya “Ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk”  li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” hate lidarxistin. Komeleya Hiqûqî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya marmarayê (MATUHAY-DER), Dayikên Aştiyê, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. 

Tecrîd sûcê mirovahiyê ye 

Koma ku bi çepik û tililiyan meşiya pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, gelek caran dirûşma "Bijî berxwedana zindanan", "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. 

Heta tecrîd rabe berxwedan 

Fînce Akman ku kurê wê Yakup Akman li Girtîgeha Hejmar 3 ya Tîpa F a Sîlîvriyê tê ragirtin di çalakiyê de axivî. Akman, diyar kir kurê wê yê demek berê ji ber xwarinê jehrî bûbû niha di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Akman, xwest ku her kesê xwedî wijdan bertekê nîşanî rûdanên li girtîgehan bide.  

Piştre jî çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û beşdaran li çepikan xistin. Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Sonmez Demîr jî di çalakiyê de anî ziman ku heta tecrîd tê rakirin wê têkoşîn û çalakiyên wan bidomin. 

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.