Heta sedem hebin çek jî hene

Şemî 1 Sibat 2025 - 03:35

  • Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal têkildarî hevdîtinên Şandeya Îmraliyê û bangên çekdanînê got: PKK ne sedem, encam e. Heta sedemên çekrakirinê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal têkildarî peyamên ji Îmraliyê hatin û banga “çekan deynin” ên desthildatdariya AKP’ê axivî. Kartal, diyar kir ku divê baş bê fêmkirin bê ka hevdîtinên li Girava Îmraliyê di kîjan mercan de û çawa hatine destpêkirin û got:“Divê em karektera vê pêvajoyê û mercên wê rast fêm bikin. Dewlet, ev 10 sal in ‘Plana têkbirinê’ dimeşîne û ji hêla leşkerî ve encamek bidest nexist. Ji hêla siyasî ve jî hikûmetê hêza xwe winda kir. Her wiha ji ber şerê topyekûn û awarte jî ketin nava krîza aboriyê. Li gel şert û mercên li Tirkiyeyê, Şerê Sêyemîn ê Cîhanê heye. Rêveberiya Tirkiyeyê ditirse ku hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn bi Kurdan re pêwendiyan deynin. Rêveberiya Tirkiyeyê ev yek ferq kir; di nava van geşedanên li Rojhilata Navîn de di hinek mijarên sereke de girîngiya xwe ya stratejîk winda dike lewma ketiye nava tirsê. Ji ber vê jî ketiye nava hewldana ‘Hêj tu kesekî bi Kurdan re têkilî nedaynî ez bi wan re deynim.’ Bi vê têkiliyê re dixwaze tevgera siyasî ya Kurd bixe bin kontrola xwe û pêvajoyeke di bin kontrola wan de pêş bixe. Lê belê di mijara çareseriyê de tu tiştekî zelal nîne û qaneh nebûne. Lê girîng e ku ev pêwendî li Îmraliyê bi Rêber Apo re danîne.” 

Divê bingeha qanûnî hebe

Bi domdarî Kartal ji bo hûrgiliyên peyamên bi raya giştî re hatine parvekirin jî wiha got:“Di her du hevdîtinên li Îmraliyê de rayedarên dewletê jî hebûn. Ya ku tê fêmkirin ew e ku ji nexşerêyeke dirêj zêdetir, gav bi gav pêş dikeve. Rastiyeke dewletê heye ku ji polîtîkayên tunekirin û înkarê yên sed sal in didomîne encam negirtî, ji ‘Plana têkbirinê’ encam negirtî heye. Çûna cem Rêber Apo, navê wê çi lê dikin bila bikin û çi jê re dibêjin bila bibêjin, hevdîtina bi Rêber Apo re ye. Pêvajoyeke muzakereyê ya klasîk nîne. Ango aliyên sêyemîn an jî kesên cuda li ser maseyê nînin. Şandeya dewletê û li ser navê gel jî Rêber Apo heye. Nîqaş tên kirin û encamên wê bi şandeyê re tên parvekirin. Piştî hevdîtina duyemîn daxuyanî bihata dayin lê nehat kirin. Xuyaye dewlet israr dike ku Rêber Apo hinek tiştan û hinek peyaman parve bike. Rêber Apo jî di vê mijarê de gelek zelal e. Bi helwesta xwe nîşan dide ku heta bingeha qanûnî ya çareseriya pirsgirêka Kurd neyê amadekirin, di çarçoveya zext û daxwazên dewletê de wê tu bang neyên kirin. Em Rêber Apo nas dikin. Rêber Apo, gav bi gav û bi aqlê selîm ketiye nava lêgerîna ‘gelo dikarim çawa pêş bixim.’ Di vê pêvajoyê de yekser li ser hate axaftin, gotin ‘ev mesele xelas, wê bang bên kirin.’ Ev gotin şaş in. Ev ne pêvajoyeke wisa ye.” 

PKK encam e ne sedem 

Di berdewamê de Kartal bal kişand ser daxuyaniyên têkildarî “tesfiyekirina PKK’ê” û ev nirxandin kir: “PKK ne sedem e, encam e. Anku encama polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewletê ye. Li dijî înkar û îmhayê wê her tim lêgerîna azadiyê ya Kurdan hebe. Pirsgirêka Kurd, daxwaza edaletê ya gelekê tê înkarkirin û tune tê hesibandin. Daxwaza heq, hiqûq û qanûnî ye. Yên van daxwazan dikin tên qetilkirin û cezakirin. PKK jî ku bi mebesta çareseriya pirsgirêka Kurd derket rê, neçar ma ku çekdarbûnê esas bigire. Bi vê dikare xwe li ser pêyan bigire û pêş bikeve. Sedema çekdarbûna PKK’ê jî ev e. Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin û heta ku dewlet çekê weke siyasetekê li dijî Kurdan bi kar bîne, wê aliyê Kurd jî her tim ji bo parastina xwe di rojeva xwe de bihêle.” 

Divê herkes hestiyar be

Kartal, anî ziman ku çareseriya pirsgirêka Kurd tenê bi demokratîkbîna Tirkiyeyê û yekitiya wekhev a gelan pêkan e û got:“Nabe ku ev pêvajo tenê bi hêviya AKP-MHP’ê ve bê hiştin. Di serî de CHP divê hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî, çapemenî û gel li ser platformeke demokratîk bê gel hev û wisa bê meşandin. Perspekftîfa Tirkiyeya Demokratîk divê yekitiya stratejîk a Kurd û Tirkan esas bigire. Li dijî siyaseta teng a AKP-MHP'ê divê azadiyên demokratîk û aştiya civakî esas bigire. Lewma em bang li her kesî dikin; bi taybet jî ji bo piştevaniya raya giştî divê her kes bihestiyarî tevbigere.” 

MA/DELAL AKYUZ-MUJDAT CAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.