Heta qeyûm biçe em ê li ber xwe bidin

În 14 Hezîran 2024 - 01:55

  • Welatiyê bi navê Hasan Çelîk ê ji sedî 52 kulîkemî ye, li dijî xespkirina îradeyê ya li Colemêrgê li Êlihê tev li çalakiya nobetê bûye. Çelîk dibêje, astengiya mezin teslîmbûna li ber destê tirsê ye û diyar dike heta ku ew pergala qeyûm têk bibin ew ê li ber xwe bidin.

Nerazîbûna dijî dagirkeriya qeyûm didome. Li gelek bajaran dijî rejîma qeyûm Nobeta Gel didome. Nobeta Gel a li ber Şaredariya Êlihê di roja 9’an de didome. Eleqeyeke zêde ya welatiyan ji bo nobetê heye. Yek ji welatiyên tev li nobetê bûye jî Hasan Çelîk ê 27 salî ye. Çelîk, ji sedî 52 kulîkemî ye û bi darê binçengan xwe li ser pêyan digire. Çelîk dibêje ku astengiya herî mezin tirse û divê mirov teslîmî tirsê nebe. 

Dijî zilmê berxwedana me heye 

Çelîk, diyar kir ji roja ji dayik bûye heta niha tu astengî nas nekiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîroka gelê Kurd dîroka berxwedanê ye. Bila gelê Kurd xwedî li îradeya xwe derkeve. Divê em li dijî kesên dixwazin îradeya me ji destê me bigirin xwe birêxistin bikin û xwedî li şaredariyên xwe derkevin. Heke zilma wan hebe, berxwedana me jî heye. Bila kesek netirse.” 

Rûniştina li malê bêwijdanî ye 

Bi domdarî Çelîk anî ziman ku qeyûman şaredarî di nava çirava deynan de hiştine û axaftina xwe wiha qedand: “Hêj hesaba van kiriyarên xwe nedayîn dixwazin şaredariyan careke din xesp bikin. Hezar silav ji kesên îro ji bo Colemêrgê li ber xwe didin. Di demeke ewqas zext û zilm tê kirin de rûniştina li malê bêwijdanî ye. Em li vir li ber xwe didin. Em ji tu tiştekî natirsin. Dixwazin bi girtin, destgîrkirinê û kuştinan gelê Kurd teslîm bigirin. Lê wê nekarin bi ser kevin. Em ji tu kesekî natirsin û natirsin jî. Heta ku qeyûm bêne şandin em ê li vir bin û em ê bi ser kevin.” 

MA/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.