- Çalakiya rûniştinê ya li ber Konseya Ewrûpayê li bajarê Strasbourgê yê Franseyê ji bo azadiya Rêber Apo roja xwe ya sisiyan jî li dawiyê hişt.
BARIŞ BALSEÇER / STRASBOURG
Çalakiya rûniştinê ya li ber Konseya Ewrûpayê li bajarê Strasbourgê yê Franseyê ji bo azadiya Rêber Apo roja xwe ya sisiyan jî li dawiyê hişt. Çalakî wê mehekê dewam bike. Her hefte jî wê komek çalakiyê dewr bigire. Di koma pêşî ya çalakiyê de nûnerên sazî û dezgehên Kurdistanî û Tirkiyeyî, çepgir û demokrat cih digirin. Di vê navberê de gelek kes jî diçin serdana çalakiyê û piştigiriya xwe diyar dikin. Saziyên weke ATIK, MAR-DEF û TEV-ÇANDê çûn serdanê. Li meydana çalakî pêk tê, di heman demê de çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo 9 sal in dewam dike. Li meydanê semîner di çarçoveya pêngava “Bes e, ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye.” pêk tên.
Ji çar beşên Kurdistanê nûner beşdarî çalakiyê bûne. Ji Koordînasyona Êzidiyên Ewrûpayê Cemîl Carcûr li ser peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de got, naxwazin Êzidî xweser bin û hewl didin nehêlin Êzidî bibin xwedî statu.
Nûnerê KCDK-E Başûr Hoşiyar Salih jî got, bi destê PDKê Başûrê Kurdistanê li mêhtingeriya dewleta Tirk tê vekirin. PDK Kurdistanê ji bo berjewendî û desthilata xwe dike qurban. Tenê PKK li ber vê dagirkeriyê radibe û doza azadiyê dike. Salih îşaret bi pêngava KCKê jî kir û got, bi vê pêngavê armanc hatina cem hev e, û got, em li dora pêngavê bêne cem hev.
Nûnerê PJAKê jî Îbrahîm Elîpûr jî got, azadiya Rêber Apo azadiya Rojhilata Navîn hemûyî ye.
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî pêngav weke bangawaziyek ji bo tevahî bindestan destnîşan kir û got, bi têkoşîneke hevgirtî û hevpar jiyaneke azad û wekhev pêkan e.