Heta ku tecrîd hebe aştî û aramî nayê

Pêncşem 27 Hezîran 2024 - 00:32

  • Hevserokê MED-TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat got ku heta tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bibe wê çalakî bi şêwazên cuda bidomin. Canpolat her wiha destnîşan kir tecrîd tesîrê tenê li ser Kurdan nake, li her kesî dike û got,’’Îro ew roj e ku partiyên Sosyalîst û muxalefetê yên ku xwe wek demokrat penasê dikin samîmiyeta xwe eşkere bikin. Heke samîmî bin bila li cem me bin û li dijî polîtîkayên tecrîd û şer dengê xwe bilind bikin." 

MAHMUT ALTINTAŞ / MA / AMED

Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED'ê (MED TÛHAD FED) Kerem Canpolat, çalakiyên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan hatine destpêkirin nirxand û got heta ku terîd bi dawî dibe bi şewazên cuda çalakî wê bidomin. 

Tecrîda li Imraliyê bêmînak e 

Canpolat diyar kir ku li welat di her aliyê civakê de krîzeke giran û alozî heye û got ku bingeha pirsgirêkan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Canpolat bi bîr xist ku di sala 2013'an de dema hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re dihatin kirin li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn rewşek geş bû û ev tişt gotin: "Ev 40 meh in ji Birêz Abdullah Ocalan û ji girtiyên li Girava Îmraliyê tu xeber nayê. Em ji rewşa wan bi fikar in. Tirkiye jî bi van polîtîkayên tecrîdê qanûnên xwe binpê dike. Tecrîda ku li Girava Îmraliyê berdewam dike li tu derê cîhanê mînaka wê tuneyê." 

Ji bo azadî û aştiyê tecrîdê rakin

Canpolat diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û zextên li ser girtiyên siyasî bi Wezareta Dadê re hevdîtin pêk anîne û got,’’Heta ku tecrîd û çaresernekirina pirsgirêka Kurd bidome, aştî û aramî nayê vî welatî. Em hewl didin bi çalakiyan rewşa tecrîdê ji hemû civakê re vebêjin.  Ji bo vê em her hefte çalakiya xwe ya li gel xizmên girtiyan li ber Wezareta Edaletê û Girtîgehan didomînin. Bi çalakiyên li girtîgehê berdewam dikin re em peyamê didin ku girtî ne bi tenê ne, daxwazên wan jî daxwazên me ne. Her wiha em bi partiyên siyasî re jî hevdîtinan dikin. Li Enqereyê her roja çarşemê li ber Wezareta Edaletê çalakiya xwe didomînin. Hefteya borî ji Wezareta Edaletê re civînek hat lidarxistin. Di van hevdîtinan de tecrîd û pirsgirêkên li girtîgehê dewam dikin hatin nîqaşkirin. Encam têr neke jî îro civîneke din tê lidarxistin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di tecrîd û girtîgehê de em xwe ji vê hevdîtinê re amade dikin. Wezaret di hevdîtinan de dibêje ku birêz Abdullah Ocalan dikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lê ev derew û xapandinê. Ev 40 meh in tu xeber ji birêz Abdullah Ocalan nayê. Hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re ji bo azadî û aştiya vî welatî gelekî girîng e."

Em hewl didin çalakiyên meztir bikin 

Canpolat da zanîn ku çalakî wê bi şêwazên cuda berdewam bikin û wiha got:Me hê zelal nekiriye ku xwepêşandan wê çawa bidomin.Lê belê wê di rojên pêş de jî çalakiyên bi şêwazên cuda dewam bikin. Dema ku em zelal bikin, em ê bi raya giştî re parve bikin. Em hewldidin ku çalakiyên xwe mezintir bikin. Armanca me ew e ku xwe bigihînin hemû beşên civakê."

Tecrîd pîvana jidilbûnê ye 

Canpolat bêdengiya partiyên muxalif ya li hemberî tecrîd û polîtîkayên şer rexne kir û wiha pê dê çû: “Sedema ku desthilatdariya AKP-MHP’ê 22 sal in li ser desthilatdariyê ye, polîtîkayên şer e. Lê belê partiyên muxalefetê li hemberî tecrîd û şer bêdeng in. Canpolat bi domdarî got,‘’Îro ew roj e ku partiyên Sosyalîst û muxalefetê yên ku xwe wek demokrat penasê dikin samîmiyeta xwe eşkere bikin. Heke samîmî bin bila li cem me bin û li dijî polîtîkayên tecrîd û şer dengê xwe bilind bikin."

Canpolat bi lêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan hemû beşên civakê bandor dike û ev bang li raya giştî kir: “Banga me li hemû beşên civakê ye. Werin em bi hev re bertekên xwe nîşan bidin da ku li vî welatî hiqûq, edalet û wekhevî pêk were. Em bang li gelên demokrat, olî, sosyalîst û hemû pêkhateyên vî welatî dikin ku destê xwe bidin hev. Werin em bi hev re bersiveke xurt bidin. Wekî din em nikarin pêşiya vê rewşa xirab bigirin. Ev rewşa xirab ne tenê li ser Kurdan, bandorê li her kesî dike."

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.