Malbata Şenyaşar a ku di êrişa çeteyên dewleta Tirk de 3 nefsên malê ji dest dan, da zanîn ku heta 23 gumanbar werin girtin, ew ê nobeta xwe ya edaletê bidomîne. 

Parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişi dikana malbata Şenyaşar kiribû û ji malbata Şenyaşar 3 kes kuştibûn. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ku ji êrişê bi birîndarî filîtibû, li ber dadgeha Rihayê nobeta edaletê dabûn destpekirin. Çalakiya malbatê di roja 36’an de didome.

Dayik û kurê wê doh dîsa hatin ber bariyerê beton ê ketina avahiyê û dest bi alakiya xwe ya ji bo bicihanîna edaletê kirin.

Ji malbata min 3 kes kuştin

Emîne Şenyaşar li cihê çalakiyê peyivî û got, “Ji malbata min 3 kes kuştin, ceza li yekî birrîn. Kujerên zarokên min bi serbestî digerin. Ez ê ji vir ranebim. Bila min bikujin. Bila wan kesên qetlîam kirine, bigirin. Li nexweşxaneyê zarokên min kuştin. Bila qeydên li nexweşxaneyê derxînin holê. Ma wijdan tine? Ev çi edalet e? Çima bi dirustî tevnagerin?”

23 gumanbar tesbît kirine

Ferît Şenyaşar jî got: “Dema em bi dozgerê dosyeya li ser lêpirsîna li nexweşxaneyê re axivîbûn, wî diyar kiribû ku wan 23 gumanbar tesbît kirine. Divê ev kes werin tesbîtkirin û girtin, piştre em ê ji vir rabin herin. Heta ku ev kesên sûc li dijî mirovayetiyê kirine, werin girtin em ê li vir bin.”

RIHA