‘Heta ku edalet bi cih bê’

Sêşem 1 Hezîran 2021 - 03:48

Malbata Şenyaşar ji ber qedexeya derketina derve ya ji ber tedbîrên vîrûsa koronayê, demekê çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê dewam kir. Malbata Şenyaşar piştî rakirina qedexeyan, di roja 84'an de ji nû ve çû ber avahiya edliyeyê.

Bi navê malbata Şenyaşar li ser Twitterê peyamek hate parvekirin. Malbatê li gel parvekirina karîkaturekî li ser edaletê ev peyam da: "84 roj in em ji ber edliyeyê dipirsin. Kê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê sê mirovên me qetil kirin? Heta ku edalet bi cih bê anîn, em ê ji vir bipirsin. Em ê bêdeng nemînin..." 

Hevser û du kurên Emîne Şenyaşar sala 2018'an ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrişê de birîndar bûyî, ev bû 85 roj, çalakiya xwe ya nobedê dewam dike.

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.