- Ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê ya li zindanên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re, li Şehbayê meşeke girseyî hate lidarxistin.
Ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê ya li zindanên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re ya ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, li Şehbayê meşeke girseyî hate lidarxistin. Meş bi pêşengiya Kongreya Star pêk hat.
Meşê bi dirûşmeya "Bi berxwedana zindanan em ê faşîzm û xiyanetê têk bibin" hat lidarxistin.
Bi sedan kes, nûnerên sazî û dezgehan di meşê de cihê xwe girtin. Meşê ji navçeya Fafînê ya Şehbayê dest pê kir û li meydana navçeyê bi dawî bû. Li ser navê Kongreya Star, Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê, Zelox Bekir axivî. Wê got, "Berxwedana gelê Efrînê ku ev 3 sal in ji bo vegera ser xaka xwe li ber xwe didin, em pîroz dikin. Her wiha berxwedana zindanan ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî li ser Rêber Apo jî em pîroz dibînin. Em xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derdikevin, heta ku em bigihîjin armanca xwe û Rêber Apo azad bikin."
ANHA/ŞEHBA