Heta em li vir bin...

Sêşem 4 Tebax 2020 - 16:05

  • Gerîlayê HPG'ê Akîf Botan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Heftanînê û berxwedana gerîla nirxand. Akîf Botan ê li qada Xantûrê ye got, "Heta ku em li vir bin wê dijmin nikaribe bi pêş ve biçe, ji ber ku em ê dest ji Xantûrê bernedin."

Gerîlayê HPG'ê Akîf Botan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Heftanînê û berxwedana gerîla nirxand. Akîf Botan ê li qada Xantûrê ye got, "Heta ku em li vir bin wê dijmin nikaribe bi pêş ve biçe, ji ber ku em ê dest ji Xantûrê bernedin."
Akîf Botan balê dikişîne ser bedewiya Xantûrê û dibêje, "Ji aliyê gerîlatiyê ve bi rastî jî derfetan dide mirovan ku mirov karibin derbê li dijmin bixin. Li vir mirov dikare bi komên biçûk tevbigerin, xwe biparêzin û êriş bikin."
Botan got; "Em ê şer bikin û morala me wê qet nekeve. Dema herî bi moral a gerîla ji xwe dema ku şer dike û dema di şer de ye. Îradeyeke mezin heye, daxwazeke mezin heye. Dijmin zanîbû ku em ê li ber xwe bidin, lê belê nizanîbû ku li dijî teknîka wan em ê ewqasî li ber xwe bidin û venekişin. Bi dehan êrişên hewayî bûn, dibe ku bi sedan carî êrişên bi hawan û obusan li herêma Xantûrê bû, balafirên keşfê timî digeriyan, lê belê gerîla dîsa jî li ber xwe da. Dijmin ji leşkerên xwe re wiha digot: 'Me pêşiya we paqij kir, biçin şer bikin'. Lê belê leşker dema ku derdiket qadê derbeke giran dixware. Berxwedaneke dîrokî bû."
Botan diyar kir ku dewleta Tirk cerdevan û kontrayan dide pêş û got, "Leşker ti carî bi tena serê xwe nehatin, her tim cerdevan an jî kontra dan pêşiya xwe."
Akîf Botan ragihand ku jinan di berxwedanê de roleke mezin lîstin û got, "Dijmin ji jinan gelekî ditirse."

LALEŞ RÊNAS/ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.