• Malbata Şenyaşar ragihand ku heta edalet bi cih bê, ew ê berxwedana xwe dewam bike. 

Malbata Şenyaşar ragihand ku heta edalet bi cih bê, ew ê berxwedana xwe dewam bike. 

14'ê Hezîrana 2018'an hevser û du kurên Emîne Şenyaşar ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya ser bi Rihayê hatibûn qetilkirin. Ew tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bûyî, li ber edliyeya Rihayê ji 9'ê Adarê ve çalakiya nobeta edaletê dike. Çalakî kete roja 206’an.

Li ser hesabê medya dîjîtal ê malbata Şenyaşar doh di dema çalakiyê de ev peyam hate parvekirin: "Têkoşîna me ya ji bo edaletê êdî ji rojan veguherî hefteyan ji hefteyan veguherî mehan, meh bûn demsal, demsal bûn sal. Heta ku em sax bin, heta edalet pêk were, em ê li ber Edliyeya Rihayê bin."

RIHA